Şandeya CDK-Fˊê dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic kir

Li paytexta Fransa Parîsê, şandeya CDK-F’ê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de dosyaya têkilarî “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêber Apo ku pêşkêşî Parlamentoya Fransayê were kirin, hate radestkirin.

Şandeya CDK-Fˊê dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic kir
28 gulan, 2026   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Fransa Parîsê, Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û endamên dîplomasiyê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re li Parlamentoya Fransayê li hev civiyan.

Di hevdîtinê de dosyaya ku der barê “Mafê Hêviyê” ya Rêber Apo hatibû amadekirin de, radestî Anna Pic hat kirin. Hate diyarkirin ku wê dosya pêşkêşî Parlamentoya Fransayê bê kirin.

Di dosyaya ku ji aliyê şandeya CDK-F’ê ve hat pêşkêşkirin de, hate diyarkirin ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê “bêyî hiqûq” tê girtin û hate destnîşankirin ku Rêber Apo îradeya gelê Kurd temsîl dike.

Her wiha di dosyayê de hate diyarkirin ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî Rêber Apo nîşaneya polîtîkayên wan ên înkar, asîmîlasyon û înkarê ye.

Di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya dîrokî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat kirin.

Hevserokên CDK-F’ê destnîşan kir kir “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” a Rêber Apo ji bo gelan çavkaniya hêviyê ye û anî ziman ku ew di rêxistinkirina civaka demokratîk de bi biryarin.

Şandeyê diyar kir ku divê ji bo bi tendurist pêşveçûna pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û destnîşan kir ku divê tevahiya gel ne tenê piştgirî bidin pêvajoyê, di heman demê de bibin parçeyek pêvajoyê û rêxistin bikin.