Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn

Di encama lehiyan de li herêmên Sûriyeyê bi kêmanî 2 kesan jiyana xwe ji dest da, lêgerîna li windahiyan jî didome. Li aliyekî din 7 pir hilweşiyan û ji xizmetê derketin, rêyên di navbera çend parêzgehan de hatin girtin û zirar li koçberan bû.

Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
Li Sûriyeyê ji ber baranê zirarên canî û madî çêbûn
29 cotmeh, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (28 Cotmeh) li parêzegehên Reqa, Hesekê, Dêrazorê, gundewarên Helebê, Hema û Humsê, piştre li gundewarên Şamê, Dera û Tertûsê baraneke zêde bariya.

Li gorî şopandina nûçegihanên me barana zêde hişt ku av bi miqdarên mezin kom bibe û lehî çêbin, di encamê de çend kesan jiyana ji dest da û hin kes jî winda bûne, mal û konên koçberan binav bûn, pir hilweşiyan û rêyên sereke hatin girtin. Şênî û tîmên destwerdana lezgîn xebatên destwerdanê didin meşandin, pê re jî hîn rewşa hewa ya xirab dewam dike.

Heta vê sibehê jî malperên fermî qedera baranê ku li Sûriyeyê bariyaye neweşandine.

Ji ber baranê 7 pir û rêyên axî ji xizmetê derketin, hin ji wan rêyên sereke yên di navbera parêzgehan de ne.

REQA; QURBANÎ, WINDAHÎ Û HILWEŞÎNA PIRAN

Li parêzgeha Reqayê li nêzî pira El Selemanî ya rojavayê bajarê Tebqayê seyareyek ku tê de malbat hebû bi avê re çû, di encamê de yek ji wan kesan jiyana xwe ji dest da, li wê deverê xebatên gerîna li windahiyan didome.

Li derdora pira El Resafê jî çend kes bi avê de çûn û winda bûn, hîn hejmara windahiyan ne diyar e.

Pirên El Selemanî û El Kenterî hilweşiyan, beşek ji pira Retle û pira axî ya gundê Kesra Sirûr jî hilweşiya, ava baranê malên li gundê Fetîh ê li gundewarê rojavayê Reqayê dorpêç kir, bi vî awayî bi dehan malên li bajarê Reqa, Tebqa, Girê Spî û El Mensûra zirar dîtin, rê hatin girtin.

Li kampên koçberan ê li gundewarê Reqayê di encamê de zirar gihîşt zêdetirî 375 malbatên koçber ên ji Girê Spî, herêmên Hums û Hemayê.

LI REQAYÊ RÊ GIRTÎ NE

Ji ber kombûyîna ava zêde rêya Heleb-Reqayê li gel pira El Selemanî ya rojavayê Tebqayê hat qutkirin, rêya Reqa-Dêrazorê jî li cem pira El Xerar li herêma El Xanim El Elî hat qutkirin, li wir ji ber bilindbûna avê zehmetiya çûn û hatinê heye.

Li herêmên din ê parêzgehê ax û kevir bi avê re hatin ser rêyan, bi danê sibehê re şêniyan ew ji ser rêyan rakirin û piştî ku asta barîna baranê kêm bû, tevgera çûn û hatinê vegeriya.

DÊRAZOR; ZIRARÊN LI SER PIRAN Û HIŞYARÎ

Li parêzgeha Dêrazorê ji ber barîna zêde ya baranê li hejmarek herêman av zêde kom bû, zira gihîşt pira El Keber a li herêma El Cizrat, pira El Terîf, herêma Xan El Zehra û pira El Şîha a li herêma El Tebenî.

Tevgera çûn û hatinê ya li ser pira El Herbiya ya di navbera bajarên Dêrazorê û Meyadîn hatiye rawestandin, ji bo bilindbûna ava çemê Firatê jî metirsî hene, li derdora Elbûkemal û çolistana wê, li Wadî El Sewab av bi qederên mezin herikî, zirar çêbûn, rêya di navbera gund û bajarokan de hat girtin.

Çûn û hatina di navbera Dêrazorê û parêzgehên din bi awayeke demkî hatiye rawestandin, lê vê sibehê di hinek aliyan de çûn û hatin çêbû.

HESEKÊ; KONÊ KOÇBERAN BINAV BÛN

Li parêzgeha Hesekê, ji ber barîna baranê av li hejmarek herêman kom bû, zirar gihîşt kampan bi taybet kampên ku koçberên Serêkaniyê lê dimînin ê bi navê Waşûkanî û El Telai.

Nûçegihanên me diyar kirinku ava baranê derbasî nava konan bû, zirar gihîşte hemû tiştên di bin konan de, piştre tîmên Heyva Sor a Kurdî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şervanên Lîwaya Hesekê destek dan şêniyan.

Li bakurê Sûriyeyê zirar gihîşte kampên din jî.

LI HELEB Û GUNDEWARÊN WÊ AVA BARANÊ ŞIVAN DORPÊÇ KIRIN

Li gundewarê rojhilatê Helebê û bi taybet li Kobanê û gundewarên wê, ji ber ava baranê şivan bi pezên xwe re hatin dorpêçkirin, şênî û tîmên destwerdanê xwegihandin şivan û pezên wî, nûçegihana me destnîşan kir ku keriyê pez ji 150 pezan pêk dihat, ji wan 70 hatin rizgarkirin, 80 mayî mirar bûn

HEMA Û HUMSÊ; LEHÎ Û AVA LI GELIYAN

Li gundewarê Hemayê jî lehî çêbû, bi taybet li bajarokê Eqrebat ava gelekî kom bû. Her wiha li gundewarê Humsê li hin deverên rêya Hums-El Ferqeles av kom bû û rê hat girtin.

GUNDEWARÊN ŞAMÊ; ZIRARA CANÎ, MADÎ Û GIRTINA RÊYAN

Li gundewarê Şamê zirarên madî rû dan, beşên xaniyan hilweşiyan, tabloyên enerjiya rojê firiyan, li herêma Dif El Sexir ê nêzî Ceremana ji ber ketina dîwarê male jinek jiyana xwe ji dest da, li aliyeke din li herêma El Qitêfa di encama qezaya tirafîkê li ser rêya Şam-Humsê jinek jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ava baranê bi awayeke beşî rêya Şam-Dera nêzî pira El Dêr Elî hat girtin, rêyên din jî ji ber ketina daran û kombûyîna avê hatin girtin, rêya di navbera Ceremana û El Melîha ya ku bi navê El Xûta El Qedîma tê naskirin û rêya sereke ya li Zemleka hatin girtin.

LI DERA Û TERTÛSÊ KOMBÛNA AVÊ Û TEVGERA VEGUHESTINÊ

Li Parêzgeha Derayê ji ber baranê li taxa El Zehra û Meyselûn 2 mal binav bûn.

HIŞYARIYÊN TÊKILDARÎ DEWAMKIRINA REWŞA HEWA

Tê pêşbînîkirin ku rewşa hewayê ya dijwar a ku ji roja Sêşemê (27 Cotmeh) dest pê kir, ew ê heta berbanga Şemiyê (31 Cotmeh) bidome.

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê îro li Hesekê, Reqa û Dêrazorê ji bo dibistanan kir betlane.

(sb)

ANHA