Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran û bombebaran kir

Hêzên Îsraîlê bajarokên başûrê Lubnanê topbaran kirin, deverên li Nebetiyê, Bin Cibêl, Mercîyon û Tilose jî hedef girtin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran û bombebaran kir
31 cotmeh, 2026   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê derdora Hedasa yê girêdayî Bint Cibêl a başûrê Lubnanê bomberan kir û derdora bajarokên Mîfîdon û Nebetiye Foqa topabaran kirin.

Li kêleka wan jî, bajarokên Konîn, Serbîn, Beyt Lîf, derdora bajarokên Hedasa û Harîsa yên Bint Cibêl, bajarokê Tilose, derdora Qenterê heta bi Wadî Hecîr ê Mercîyon hatin topabarankirin. Di heman demê de herêma di navbera bajarokên Zoter Şerqiye û Mîfîdon de jî hatin topbarankirin.

Droneke Îsraîlê Çerxerêya Kefir Tibnît-Nebetiyê bombebaran kir, balafirên şer jî herêma di navbera bajarokên Nebetiye Foqa û Kefir Tibnît û bajarokên navbera Edşît Qisêr û Tîbe de bombebaran kirin.

Li bajarokê Tilose yê Mercîyon jî artêşa Îsraîlê teqîn pêk anî.

(f)