Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir

Meclisa bajarê Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê bi bîr anî û Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir.

Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir
Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir
Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir
Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir
Meclisa Hesekê Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê pîroz kir
31 cotmeh, 2026   14:29
HESEKÊ

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat got: "Sibe, 1`ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya bajarê Kobanê ye. Di vê rojê de, azadîxwazên cîhanê li dora berxwedana Kobanê ya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê û dorpêçkirina wê ya zalimane kombûn. Ji ber vê yekê ev dîrok wekî Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê hate binavkirin. Kobanê, bi xelkê xwe û bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji tevahiya cîhanê re wateya berxwedan, fedakariya lehengî û qehremaniyê îspat kir."

Di berdewamiya daxuyaniyê de şehîdên Kobanê bi bîr xist û got: "Ew destanên lehengiyê ku di dîrokê de nayên jibîrkirin û dê her tim di bîra hevpar a nifşên ku şahidiya wan kirine de zindî bimînin. Wekî Arîn Mîrkan ya ku bi şehadeta xwe Girê Miştenûr kir navêkî ku li her aliyê cîhanê tê nasîn û deng vedide; Gelhat Kobanê, Rêvan Rojava, Zehra Penaber û Destîna Qendîl. Hemû bûne ronahiyên bilind ên ku bi qehremaniya xwe mînakên herî xweş ên lehengiyê afirandin û Kobanê kirin semboleke ku di dilê hemû azadîxwazan de hêvî û baweriya bi girîngiya berxwedana li hemberî xerabî û xerabkaran zindî dihêle."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em bang li hemû kesên ku xewn û daxwaza cîhaneke bê zilm, dagirkerî û êşê dikin, dikin ku di bîranîna wate û nirxên Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê de bibin alîgirê me. Werin em bi hev re bibin yek dest û yek dil, ji bo têkbirina wan plan û pilanan ku dixwazin dîroka rastîn ji holê rakin û careke din Kobanê bikin hedef û dîroka wê biguherînin û xera bikin! Silav û rêz ji bo hemû kesên ku vê rojê kirine Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê. Rûhê şehîda Arîn Mîrkan û hemû hevalên wê yên şehîd her tim bi bîr tînin."

(np)

ANHA