Li Hurmuzê mayîn bi keştiyek petrolê ve teqiya

Hêza Deryayî ya Îranê ragihand ku dema keştiyek petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas dibû li mayînan qelibî û şewat derket.

Li Hurmuzê mayîn bi keştiyek petrolê ve teqiya
31 cotmeh, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê ragihand ku dema keştiyek petrolê di herêma rojhilatê Tengava Hurmuzê re derbas dibû mayîn pê de teqiyan û şewatek derket.

Hêza Deryayî bi daxuyaniyekê diyar kir ku keştiya li gorî pîvanên hatine destnîşankirin, tevnegeriya û di herêma qedexekirî re derbas dibû mayîn pê de teqiyan û şewatek çêbû.

Hêza Deryayî bang li tevahî keştiyên bazirganî kir ku nekevin herêmên neewle yên li Tengava Hurmuzê û hişyarî li ser vemirandina pergalên keştiyan di dema derbasbûnê de da.

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên têkildarî nasnameya keştiyê yan jî mezinahiya ziraran an jî birîndariyên di nava ferdên tîmê de nehatin bibîrxistin.

(f)