Îsraîlê 4 kes li Quneytîrayê girtin

Hêzên Îsraîlê 4 kes li ser benda kontrolê ya li bakurê Quneytîrayê danîne girtin û 2 bendên din li Mişêrfê û Cubata El Xeşeb danîn.

Îsraîlê 4 kes li Quneytîrayê girtin
31 cotmeh, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê, îro, 4 kes li ser benda kontrolê ya li ser rêya di navbera bajarokê Xan Ernebê û gundê Ofaniya yên bakurê Quneytîrayê de danîbûn girtin û agahiyên li ser aqûbeta wan ne diyar in.

Girêdayî mijarê, Îsraîlê 2 bendên kontrolê, yek li gundê Mişêrfê bi beşdariya 5 wesayîtên leşkerî û ya din li nêzî nuqteya NY’yê ya li ser rêya Cubata El Xeşeb bi beşdariya 8 wesayîtan, danîn.

(f)