Rêber Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo yê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û girtiyên din, di çarçoveya Cejna Qurbanê de bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
28 gulan, 2026   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo ku li Girtîgeha Tîpa F'yê Ewlekariya Bilind a Îmralliyê tê girtin û girtiyên din, bi malbata xwe re hevdîtin kirine.

Di daxuyaniya li ser meyda dijîtal hat kirin de, hate diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya cejnê de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Birêz Abdullah Ocalan bi endamên malbatê Gulsum Ocalan, Omer Ocalan û Mehmet Reşîd Ocalan re îro (28’ê Gulana 2026’an) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî. Muwekîlên me yên din Birêz Hamilî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Ergîn Atabey, Birêz Mahmut Yamalak û Birêz Zekî Bayhan jî îro bi malbata xwe re (28’ê Gulana 2026’an) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de hevdîtinê pêk anîn. Birêz Ocalan bi wesîleya vê hevdîtinê re cejna her kesî pîroz kir û silav û hezkirinên xwe ragihand.”