Şandeyek PYD’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên Kerek e

Şandeyek ji PYD’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên êrişa li dijî dêreke li herêma Kerekê ya Urdunê.

Şandeyek PYD’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên Kerek e
31 cotmeh, 2026   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) serdana herêma Kerekê ya Urdunê kir. Şandey. sersaxî da malbatên qurbaniyên êrişa 23’yê Cotmehê ya li ser dêra Kerekê û piştgiriya xwe bi malbatên qurbaniyan re nîşan da .

Di serdanê de, şandeyê sersaxî da malbatên qurbaniyan, hevgirtina xwe bi wan re nîşan da û tevahî şêweyên tundî û “terorê” yên li dijî jiyana hevbeş, pirrengiya olî û çandî tehdîd dikin red kirin.

Şandeyê destnîşan kir ku gelê Kurd û hêzên wî li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn, fedakariyên mezin li dijî têkbirina wê dan, gelên herêmê û pêkhateyên wê parastin.

Şandeyê da zanîn ku hemû ji bo berdewama xebata ji bo aştî û aramiyê, xurtkirina jiyana hevbeş di nava gel û olan de berpirs in.

(f)