Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin

Nanpêjxaneyên giştî li Hesekê dikevin qonaxeke nû ya nûjenkirinê, 5 nanpêjxane têne nûjenkirin û peymanên nûjenkirina 17 nanpêjxaneyên din di çarçoveya bernameya "Nanê Baştir" de hatin îmzekirin.

Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
Nanpêjxaneyên Hesekê tên nûjenkirin
31 cotmeh, 2026   07:15
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran a Parêzgeha Hesekê, bi hevkariya Rêveberiya Nanpêjxaneyên Giştî û Saziya Nanpêjxaneyên Sûriyeyê, ji bo pêşxistina pergala hilberadina nan di çarçoveya bernameya "Nanê Baştir" de, dixebite.

5 NANPÊJXANE HATINE NÛJENKIRIN

Rêveberê Rêveberiya Bazirganiya Navxweyî Mihemed Şewqî Mihemed diyar kir ku 5 nanpêjxaneyên giştî berê hatine nûjenkirin û peyman ji bo nûjenkirina 17 nanpêjxaneyên din hatine îmzekirin. Di heman demê de, bernameya "Nanê Baştir" bi dirûşma "Gelê parêzgeha Hesekê heq dike ku nanekî çêtir hebe" hate destpêkirin ku armanca wê bernameyê pergala hilberandina nan ji genim û ard bigire heya hilberandinê û belavkirinê, bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Nanpêjxaneyên Hesekê bi pêş bixe da ku nanê bikalîte bigihêje welatiyan.

ZÊDEKIRINA KARÎGERIYA HILBERANDINÊ Û KÊMKIRINA RAWESTANDINAN

Şewqî Mihemed diyar kir ku armanca van xebatan ew e ku karîgeriya hilberandinê zêde bikin, xerabûn û rawestandina nanpêjxaneya kêm bikin û kalîteya nan baştir bikin.

Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Giştî ya Nanpêjxaneyên Hesekê, bi hevrêziya Daîreya Parastina Xerîdar û Ewlehiya Xwarinê, kalîteya hilberandinê û birêkûpêkiya dabînkirina nan dişopîne û piştî ku nanpêjxaneyên nûjenkirî dest bi xebatê bikin, dê encamên rastîn binirxînin.

Mihemed destnîşan kir ku bernameya "Nanê Baştir" gaveke baş e ber bi pêşxistina pergala hilberandina nan ve, çi ji hêla nûjenkirina nanpêjxaneyan be, çi ji hêla baştirkirina karîgeriya xetên hilberandinê û zêdekirina baldariya li ser kalîteya genim û ard û çavdêriyê û heta hemî qonaxên hilberandinê.

Mihemd wiha dewam kir: "Tiştên ku heta niha hatine bidestxistin hîn jî ji armancên me yên peydakirina nanekî çêtir û bi kalîtetir kêmtir in. Nirxandina encaman li gorî kalîteya nan, rêkûpêkiya hilberandin û belavkirinê û şopandina gilî û bersivên welatiyan têne kirin.”

PLANÊN JI BO TEMAMKIRINA NÛJENKIRINÊ Û XURTKIRINA ÇAVDÊRIYA KALÎTEYA NAN

Rêveberê Rêveberiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran a Parêzgeha Hesekê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed diyar kir ku planên siberojê dê giraniyê bidin ser temamkirina xebata nûjenkirinê, kêmkirina bermayiyan û şikestinan, xurtkirina çavdêriya kalîteya ard û nan û çareserkirina zehmetiyan bi hevkariya Rêveberiya Nanpêjxaneyên Giştî li Hesekê û Saziya Nanpêjxaneyên Sûriyeyê, ji bo bidestxistina armancên bernameya "Nanê Baştir" û baştirkirina kalîteya nanê ku ji welatiyan re tê peydakirin.

 (k)

ANHA