Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê der barê hevdîtinên li Şamê hatine kirin, siberoja îdarî û akademîk a zanîngehê civîneke berfireh li dar xist. Hate goitn, Zanîngeha Kobanê dê wekî kombûna fakulteyan ku girêdayî Zanîngeha Helebê be were birêxistinkirin. Dê meclisa kombûnê û berpirsên wê hebin. Hemû bawernameyên wê werin qebûlkirin.

Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
Têkildarî siberoja Zanîngeha Kobanê civînek hat lidarxistin
31 cotmeh, 2026   19:24
KOBANÊ

Piştî biryarên dawîn ên Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistîku fikarên mezin di nav xwendekar û kadroyên akademîk de çêkirine, îro Rêveberiya Zanîngeha Kobanê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn û biryarên têkildarî pêşeroja îdarî û akademîk a zanîngehê civînek berfireh li dar xist. 

Civîn bi beşdariya hejmarek mamosteyan û nûnerên xwendekaran bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di civînê de hate diyarkirin ku di hevdîtinên li Şamê de gelek xal û biryarên ku li ser wan nerazîbûn hebûn hatine gotûbêjkirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim destnîşan kir ku biryarek hatiye dayîn ku divê hemû zanîngehên li seranserî Sûriyeyê tev li sîstema perwerdeya bilind bibin û ti zanîngeh li derveyî vê sîstemê nemînin. Her wiha anî ziman ku her zanîngeha ku li derveyî vê sîstemê bimîne dê bawernameyên wê neyên naskirin.

Mislim da zanîn ku yek ji mijarên sereke yên ku di civînê de anîn ziman mijara dabeşbûn û derxistina hin beşan û yekbûna Zanîngeha Kobanê bi Zanîngeha Helebê re bû û ev agahî dan: "Tevahî biryarên navxweyî dê ji aliyê Rêveberiya Zanîngehê bixwe ve werin dayîn. Lê wekî sîstem û daxwaza fermî ya ji bo naskirina bawernameyan divê zanîngeh wekî zanîngeheke hikûmî (fermî) were hesibandin da ku mafê xwendekaran û pêşeroja wan a akademîk were parastin."

Di dawiya civînê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Şervan Mislim bal kişand ser van xalan:

"Beriya niha komîteyeke perwerdeyê ya ser bi hikûmetê ve serdana Zanîngeha Kobanê kiribû û gelek nîqaş hatibûn kirin. Lê piştî derketina encamên mufadeleyê rewşa zanîngehê bi temamî zelal nebibû. Ji ber vê yekê, di serdana dawîn de civîneke berfireh li Şamê li gel Wezareta Perwerdeya Bilind û bi amadebûna nûnerên Wezareta Fêrkirina Bilind pêk hat. Di civînê de pênase û pergala Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojava hatin guftûgokirin.

Em ji xwendekaran û gelê xwe re radigihînin ku Zanîngeha Kobanê dê wekî kombûna fakulteyan ku girêdayî Zanîngeha Helebê be were birêxistinkirin. Dê meclisa kombûnê û berpirsên wê hebin. Hemû bawernameyên (şehadet) Zanîngeha Kobanê ji aliyê Zanîngeha Helebê ve werin qebûlkirin. Dê rewşa tevahî endamên zanîngehê ji mamoste û karmendên were zelalkirin û ne rengekî yekane, lê bi giştî dê bi Zanîngeha Helebê ve were girêdan.

Xwendekarên kevin ên salên 2, 3 û 4 bi tevahî beşên xwe dê li gorî sîstema berê xwendina xwe berdewam bikin heya ku derd diçin. Lê kesên ku di encamên guhertinên erdîngarî de dixwazin xwe veguhêzin zanîngeheke din, dikarin li gorî zagon û şertên Wezareta Xwendina Bilind xwe veguhêzin.

Tevahî bernameyên xwendina bilind, çi yên master bin, çi yên doktora bin dê wekî berê berdewam bikin heya ku xwendekar der biçin.

Derheqê pergala tomarkirina vekirî de jî, ev pergal dê wekî xwe bimîne û xwendekar dikarin tê de berdewam bin, tevî ku hîn gelek hûrgiliyên pergalê hene ku dê li gel Zanîngeha Helebê li ser bixebitin.

Ji bo mufadeleyê jî di civînê de li ser wan beşên mufadileyê yên ku fersend ji xwendekaran re çûbû û negihîştibûnê lihevhatin çêbû. Dê ev beş careke din werin ragihandin da ku xwendekar karibin serlêdanê bikin û bigihîjin armancên xwe.

Di dawiyê, Şervan Muslim diyar kir ku hemû daxwazên xwendekaran hatine pejirandin û ew ê van daxwaziyan hildin asta Wezareta Xwendina Bilind da ku bi temamî li ser lihevhatin pêk were û mafên hemû xwendekaran werin parastin."

(so)

ANHA