ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 01-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 01-11-2026
1 mijdar, 2026   02:00

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezher Ehmed destnîşan kir ku siberoja Sûriyeyê girêdayî misogerkirina azadiya xebatên siyasî û derxistina qanûna birêxistinkirina xebatên partiyan e, divê di destûrê de mafê xebatê bê misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêçûna çapkirinê, hilberîn û hawirdekirina pirtûkan biha ye lê pirtûkxaneyên Qamişloyê pirtûkan biha nafiroşin û hewl didin çanda xwendinê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Serfiraz wêneyan li ser text xêz dike û ji text gelek şêweyên cur be cur çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnameyên erebî bal kişandin ser pirsgirêkên ewlehî û siyasî, hevkariya Sûriyeyê-Urdunê, bandora hilbijartinên Îsraîlê li ser siberoja Rojhilata Navîn, her wiha krîza Lubnanê û paşxaneya rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de.

Bi boneya 1‘ê Mijdarê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê daxuyanî tên dayîn û çalakî tên lidarxistin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).