Li Minbicê di êrişeke çekdarî de bavek û kurê wî hatin kuştin

Li bajarê Minbicê di encama êrişeke çekdarî ya çekdarên nenas de bav û kurekî wî hatin kuştin.

Li Minbicê di êrişeke çekdarî de bavek û kurê wî hatin kuştin
31 cotmeh, 2026   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, li bajarê Minbicê yê gundewarê rojhilatê Helebê bav û kurekî xwe di encama êrişekê de hatin kuştin.

SOHR‘ê der barê mijarê de ev agahî dan: "Hejmareke çekdar ku li erebeyê bû li taxa Nifûs a bajêr rasterast gule li kesekî û kurê wî reşandin piştre reviyan."

Zanyariyên der barê nasnameya êrişkaran û sedemên êrişê de nehatin parvekirin.

Li gorî SOHR‘ê, ji destpêka îsal (2026) ve di sûcên bi vî rengî de 390 mêr, 67 jin û 42 zarok hatin kuştin.

(bb)