Li Stenbolê çalakiya 1‘ê Mijdarê: Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye

TJA, DEM Partî û HDK der barê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û banga mîsogerkirina destketiyên Rojava hat kirin.

Li Stenbolê çalakiya 1‘ê Mijdarê: Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye
30 cotmeh, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî û civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em şoreşa jinan a enternasyonel silav dikin” hate vekirin. Dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê’ û ‘Kobanê ya me ye, rûmeta me ye” hatin berzkirin.

Daxuyaniya bi zaravaya Kurmancî ji hêla rêveberê DBP’ê ya Marmarayê Mevlûd Aykoç ve hat xwendin.

Mevlûd Aykoç anî ziman ku 1'ê Mijdarê, ew roj e ku gelan li hemberî tarîtiyeke bêdawî li ber xwe daye û îradeya xwe ya jiyînê nîşan daye û wiha got: “DAIŞ a ku dijminê komên baweriyên cuda, nasname û çandan, îradeya jiyana hevpar a gelan û jinan e, di 15‘ê Îlona 2014‘an de bajarê Kobanê dorpêç kiribû û ji bo ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake, dest bi êrişê kiribû. Beriya 12 salan li hemberî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, di serî de gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û berxwedêrên enternasyonalîst ên ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn Kobanê radestî tarîtiyê nekirin. Di encama berxwedan û têkoşîneke destanî de axa xwe radest nekir û ew azad kir. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin şoreşa gelan bitefînin, berovajî tiştê ku plan kiribûn, rastî berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan hatin û rastî têkçûneke mezin hatin. Şoreşgerên enternasyonal, sosyalîst û femînîstên ku ji Amerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê, ji çar aliyên cîhanê tev li berxwedanê bûbûn, ji bo ku di Şoreşa Rojava de piştgiriyê bidin avakirina modela civaka nû ya demokratîk, ekolojîk û ya ku xwe dispêre azadiya jinan, tev li berxwedanê bûn. Îro ev berxwedan bûye semboleke ku hem hêza piştgiriya navneteweyî û hem jî ya piştevaniya enternasyonal nîşan dide.”

Mevlûd Aykoç destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê, bi banga hevpar a akademîsyenan, parêzvanên mafên mirovan, nivîskarên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û rêxistinên civaka sivîl wekî “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin û wiha pêde çû: “1’ê Mijdarê semboleke cîhanî ye ku ruhê azadiya gelan, aştiyê û piştevaniyê dide jiyandin. Roja Kobanê ya Cîhanê, li gel bibîranîna berxwedana destanî, sembola cîhanî ya mafên mirovan, aştî, azadî û piştevaniyê ye. Dema ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê hemû gelên cîhanê dengê xwe bilind dikin, îradeyên pêşeng ên siyaseta demokratîk ên ku xwedî li vê berxwedanê derketine, hîn jî di girtîgehan de dîl tên girtin. Parastina Kobanê, helwesta li dijî sûcên ku li hemberî mirovahiyê tên kirin sekinîn e. Parastina Kobanê, li dijî polîtîkayên yekperest, zayendperest, mezhebperest û mîlîtarîst, parastina jiyana hevpar a cudahiyan e. Ji ber vê sedemê, ji ber ku wan berxwedana Kobanê parastiye, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku îro di girtîgehan de dîl tên girtin, divê hemû girtiyên doza Kobanê bên berdan û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.”

Her wiha Mevlûd Aykoç diyar kir ku Kobanê ne tenê cihekî wisa ye ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wir kirine û gelên wê xwe parastiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo gelên ku di bin zilma netew-dewletan de tên çewisandin, deriyek hat vekirin. Ev fikir, bawerî û bersiv hîn jî rêya têkoşîna me ronî dike. Di pêvajoya entegrasyona siyasî, leşkerî û îdarî de hevdîtinên ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava tên kirin, berdewam dikin. Guhertina nêzîkatiya siyasî ya ku hebûn û nasnameya Kurdan tune dihesibîne, qebûlkirina statuya wan a siyasî, çandî û civakî wekî yek ji gelên damezrîner ên Sûriyeyê, misogerkirina mafên wan ên zimanî û çandî, naskirina mafê wan ê xwedîbûna mekanîzmayên xweparastinê û qebûlkirina rêveberiyên herêmî, ji pêdiviyên pêvajoya entegrasyona demokratîk in. Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tê wateya jiyana hevpar û azad a hemû gel, bawerî, nasname û çandan.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.