Xelkê Dêrikê êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku destdirêjî li koçberên Girê Spî hatiye kirin û daxwaza edaletê kir.

Xelkê Dêrikê êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir
29 cotmeh, 2026   06:15
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û got kesên destdirêjî kirin bila werin cezakirin. 

Elî Oriyan got di pêvajoya entegrekirine de êrişekî wisa çêbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de divê her kes aştiyane bi hev re bijî û mîna xwişk û bira nêzî hevdû bibin lê mixabin di vê demê de êrişî koçberên Girê Spî kirin. Em wek gelê Kurd bi aştiya civakî ve girêdayî ne û ji bo hemû pêkhateyan em qebûl nakin ku destdirêjî li wan were kirin. Êrişa li ser koçberên Girê Spî em şermezar dikin. Soz, em ji bo van êrişan dev ji xaka xwe bernadin û pê ve girêdayî ne. Li Sûriyeyê divê her kes bi rûmeta xwe û bi ewle bijî.”

Rûşen Reşîd got êrişa li ser koçberên Girê Spî dûrî mirovahiyê ye û wiha lê zêde kir: "Hinek alî hene hewl didin ku fitnê çêkin, têkiliya di navbera Ereb û Kurdan de xira bikin. Em destdirêjî û şewitandina erebe û milkên koçberên Girê Spî şermezar dikin. Em ê li hemberî van pîlanan tê bikoşin. Nirx û deskeftiyên xwe biparêzin. Em daxwaza edaletê dikin û divê kesên ev xirabî kir were cezakirin.”

Sekîne Mihemed jî pirsî çima ew qasî gelê Kurd hedef tê girtin û wiha axivî: “Em daxwaza mafên xwe dikin, dûrî şer û tevlîheviyê em dixwazin aram û bi ewle bijîn. Em ê li ser xaka xwe bimînin û dê hemû pîlansaziyên fitnê û derxistina şer têk biçe.”

(np)

ANHA