Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye. Cotkar û xwediyên guvaşgehan diyar dikin ku berhema îsal li gorî sala borî gelekî kêm e.

Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir
30 cotmeh, 2026   07:55
KOBANÊ

Komkirina zeytûnan li Kobanê di navbera mehên Cotmeh û Mijdarê de piştî barana yekem a payîzê dest pê dike. Zeytûn û zeyta zeytûnê ji bo bi hezaran malbatan li Kobanê û gundewarên wê çavkaniyeke sereke ya debarê ne.

Lê ji ber bihabûna sotemeniyê bandoreke neyînî li cotkarên zeytûnan kir û piraniya cotkaran nekarî zeviyên xwe û darên zeytûnê di dema xwe de av bidin.

Cotkarê bi navê Ehmed Xelîl Mislim ê ji gundê Holaqî ku zeytûnên xwe berhev kirine û anîne guvaşgehê, der barê rewşa îsal de diyar kir ku ji ber bilindbûna buhayê mazotê, nekariye darên xwe av bidin.

Mislim bal kişand ser girîngiya xizmeta daran û destnîşan kir ku darên zeytûnê hewceyî xizmetê ne.

Xwediyê guvaşgeha zeytûnan a li gundê Nordan Henîfî Şahîn jî got: “Îsal ji ber bihabûna mazotê, hilberîn li gorî salên borî gelekî kêm bûye û daketiye nêzî ji sedî 60’ê berhemên zeytûna îsal.”

Şahîn bal kişand ser rewşa cotkaran û got: “Cotkarên me di rewşeke dijwar de ne, gelek ji wan nikarin heqê guvaşgehê bidin, lewma em neçar dibin heqê xwe bi zeytê bistînin. Niha em û cotkarên Efrînê wekî hev nabin, lê li Efrînê rêjeya berhemê zêdetir e û cureya daran çêtir e, lê li Kobanê hilberîn di asteke pir kêm de ye.”

Hanîfî Şahîn bang li aliyên peywendîdar kir ku mazotê ji bo guvaşgehê peyda bikin û buhayê mazotê kêm bikin.

(so)

ANHA