Li gundewarê Şamê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê hatin lidarxistin

Hêzên Îsraîlê li ser rêya Cebeta El Xeşeb-Eyn El Beyda li gundewarê Quneytrayê xalek kontrolê danîn û li rêwiyan lêgerîn kirin, her wiha li taxa Cobar a Şamê û bajarokê Cedîde El Fadl li gundewarê Şamê li dijî destwerdanên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gundewarê Şamê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê hatin lidarxistin
30 cotmeh, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên Quneytrayê ragihandin ku hêzên Îsraîlê îro li ser rêya Cebeta El Xeşeb-Eyn El Beyda li gundewarê Quneytrayê xalek kontrolê ya leşkerî danîn û niştecihan lêgerîn kirin.

Her wiha li taxa Cobar a Şamê û bajarokê Cedîde El Fadl li gundewarê Şamê xwepêşandan û çalakiyên ji bo şermezarkirina destwerdanên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî sivîlên herêmê li dar xistin.

Xwepêşanderan daxwaza eşkerekirina çarenûsa girtiyên Sûriyeyî yên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin û serbestberdana wan kirin, her wiha daxwaza bidawîanîna êriş û binpêkirinên dubare li başûrê Sûriyeyê kirin.

(k)

ANHA