Ji HRANAˊyê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê

HRANA raigihand ku di nava 24 saetên dawîn de di êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 17 welatî hatin qetilkirin û 19 welatî jî birîndar bûn.

Ji HRANAˊyê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê
11 adar, 2026   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li 19 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî km 202 êriş pêkanîna ku 46 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî û navendên polîsan bûn.

Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 17 welatiyên sivîl hatine qetilkirin û 4 ji wan zarok û yek jê jin bû, her wiha 19 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Îsfehan, Qum, Bender Ebas, Tewrêz û Kirman hatine kirin.

Di heman raporê de HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 335 kesan lêkolîn tê kirin.

HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkyê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 262 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku ji vê hejmarê 200 jê zarok bûn.