Çeteyên DAIŞ’ê êrişî bargeheke Heşdî Şebî kir

 Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser Lîwaya 63 a Heşdî Şebî kir û şer rû da.

Çeteyên DAIŞ’ê  êrişî bargeheke Heşdî Şebî kir
23 cotmeh, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî niha bi çend kêliyan li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrişî Baregeha Lîwaya 63’an a Heşdî Şebî ya dikeve sînorê gundê Denadî û Borxeliye ya Kerkûkê.

Çavkaniyeke xwecihî, diyar kirk u çeteyên DAIŞ’ê êrişî Lîwaya 63’an a Heşdî Şebî kiriye.

Hate ragihandin çeteyan destpêkê êrişî kamereyan kiriye û piştre di navbera herdu aliyan de şer rû daye.

Di encama şer de ziyanên canî pêk nehatine. Piştî êrişê hêzên ewlekariyê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine.