Heftename: Sûriye di navbera pirsgirêkên ewlehiya neteweyî û jinûve avakirinê de

Rojnameyên erebî êrişa li parêzgeha Karak a Urdunê, xetereyên şerê sîberî yên Îranê yên li Sûriyeyê, her wiha astengiyên li pêşiya ji nû ve avakirina Sûriyeyê nirxandin.

Heftename: Sûriye di navbera pirsgirêkên ewlehiya neteweyî û jinûve avakirinê de
25 cotmeh, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de, cih dan pirsgirêkên ewlehiya neteweyî yên li Sûriyeyê û Urdunê, xetereyên tundrawî û şerê sîberî, di heman demê de astengiyên li pêşiya ji nû ve avakirina Sûriyeyê.

ÊRIŞA KARAKÊ JI BO YEKITÎYA NETEWEYÎ YA URDUNÊ EZMÛNEKE

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar ku êrişa di hundirê dêreke parêzgeha Karakê ya başûrê Urdunê de pêk hat, ceribandineke ji bo hêza dewlet û civakê ji bo parastina yekitîya neteweyî û pêşîgirtina li tundiyê ku bibe dabeşbûna olî û sîyasî.

Rojnameyê diyar kir ku Xiristiyan beşek yekgirtî ya civaka Urdunê ne û parastina wan û misogerkirina azadîya wan ji bo pêkanîna rêûresmên xwe yên olî berpirsiyariyeke neteweyî ya hevpar e.

Her wiha diyar kir ku pêdivî ye tedbîrên ewlehiyê yên hişk bi lêpirsînek zelal û gotarek fermî ya berpirsiyar re werin hevber kirin, ligel rola medyayê di sînordarkirina gotegot û handanê de.

ŞERÊ SÎBER Ê ÎRANÊ LI SER SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Quds El Erabî di gotarekê de destnîşan kir ku windakirina bandora leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed hewldanên wê yên ji bo bandorkirina welêt bi dawî nekir. Berevajî vê, li gorî gotarê, wê Îran teşwîq kir ku kampanyayên sîber ên ku gotegotan belav bike, aloziyên mezhebî gur bike û baweriya bi dewleta nû ya Sûriyê têk bibe.

Gotarê cihê da lêpirsîn û raporên medyayî ku agahdariya xelet li ser Sûriyeyê belav dikin, di nav de belavkirina vîdyoyên kevin ên ku ji çarçovê hatine derxistin û wekî bûyerên dawî hatine pêşkêş kirin, bi vî rengî bûne sedema handana tirs û hêrsê û tehdîdkirina aştiya sivîl.

"JI BO KU SÛRIYEYÎ JI NÛ VE AVAKIRINÊ JI BÎR NEKIN"

Rojnameya El Quds El Erebî di gotarekê de, diyar dike ku têgeha ji nû ve avakirinê di nîqaşên li ser Sûriyeyê de hêdî hêdî ji bo veberhênanê tê paşguh kirin, her çend veberhênan dikare piştgiriyek ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê be, ne şûna wê.

Rojname hişyarî da ku ji nû ve avakirinê bi projeyên otêlan, navendên kirînê û milkên luks ve sînordar nebe û behsa ezmûna Solidere ya li Lubnanê kir, ku piştî şerê navxweyî li ser geştiyariyê û refaha xerîdaran sekinî.

Rojnameyê bal kişand ser ezmûnên navneteweyî, di nav de yên Rwanda û Kolombiyayê, da ku girîngiya serweriya hiqûqê, serxwebûna dadweriyê, hawîrdorek qanûnî ya aram û girêdana veberhênanan bi afirandina kar û ji nû ve vejandina komên ku ji pevçûnan bandor bûne nîşan bide.

Li gorî rojnameyê, ji nû ve avakirin ne tenê bi sererastkirina binesaziyê û vejandina aboriyê ve sînordar e, lê di heman demê de reformên siyasî û sazûmanî yên ku serxwebûna dadweriyê û veqetandina hêzan, garantîkirina azadiya raman û derbirînê, vejandina partiyên siyasî û diyaloga neteweyî û di dawiyê de nivîsandina destûrek nû ku bingehên dewletê û siberoja wê ji nû ve diyar dike, hewce dike.