Di rojnameyên erebî de hilbijartinên Îsraîlê

Di rojnameyên erebî de sedemên hilbijartinên Îsraîlê, derfeta avakirina hikumeta bê, girîngiya derketina li hemberî terorê, pêşxistina îstiqrarê û girêdana civakî ya li herêmê hat nîqaşkirin.

Di rojnameyên erebî de hilbijartinên Îsraîlê
29 cotmeh, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser encamên hilbijartinên Îsraîlê û îhtîmala guhertina rewşa siyasî, hişyariya têkildarî veguhestina desthilatê di nava beşa leşkerî ya Îsraîlê de, girîngiya derketina li dijî terorê û parastina îstiqrara nîştîmanî, zehmetiyên ku di warê ewlehî û siyasî yên li herêmê de.

Di rojnameya Xelîc a Îmaratê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê partiyên Ereban ve bidestxistina 12 kursiyan di Meclisa Zagonsaz a Îsraîlê (Knesset) de gaveke dîrokî ye, dihêle ku rê li ber vegera Benyamin Netanyahu ji bo hatina li ser desthilatê bigire, ev gav di encama yekrêziya partiyan û bilindbûna rêjeya beşdariya filistîniyan de pêk hat.

Di gotara rojnameyê de hat destnîşankirin ku Netanyahu hîn jî dikare rêyên din hilbijêre, banga bilbijartinên pêşwext an avakirina hikumetekê bi tenê bike, ev yek dihêle ku muxalefet hesabên xwe yên bi partiyên Ereban re vegerîne û bi wan re dan û stendinê bike, li vir rê tê dayîn ku hinek daxwazên filistîniyan bên pêkanîn, her wiha rê li ber sûc û tevliheviyê bê girtin.

Di rojnameya Independet Erebiye de hat diyarkirin ku libendemayîna ji hêla Ereban a ji bo encamên hilbijartinên Îsraîlê û destekdayîna muhtemel a ji bo kampa leşkerî ya muxalefeta Netanyahu, ji helwesta li beramber doza Filistînê ew bêhtir bi vê yekê dixwazin wî bixin.

Di heman rojnameyê de hat destnîşankirin ku Gadi Eisenkot ê ku hinek Ereb li bendê ne ku bibe serokê hikumetê, ji Netanyahu di meseleya redkirina avakirina dewleteke Filistînê de ne cudatir e, divê balê nekişînin ser guhertina hikumeta Îsraîlê, ji ber tecrubeyên berê kiryarên Îsraîlê hatin domandin, filistînî nehatin parastin û çareseriyeke siyasî nehate danîn.

‘DERKETINA LI HEMBER TERORÊ BERPIRSYARIYEKE NÎŞTIMANÎ YE’

Rojnameya Şerq El Ewset jî diyar kir ku derketina li hember terorê helwesteke cidî ji saziyên dewletê bi hevkariya hêzên nîştimanî û civakê dixwaze, bi vê gavê rê li ber derketina terorê tê girtin, îstiqrar û pirrengiya olî tê parastin û bal kişand ser êrişa li dijî dêra li parêzgeha El Kerek a Urdinê.

(sb)