Di êrişên Rûsyayê de 16 kes hatin kuştin

Di êrişên Rûsyayê yên li ser bajarên Kremenchuk û Dnipro yên Ukraynayê de 16 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrişên Rûsyayê de 16 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2026   17:05
NAVENDA NÛÇEYA

Di êrişên balafirên bêmirov ên Rûsyayê yên li ser bajarên Kremenchuk û Dnipro yên Ukraynayê de 16 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsekî xwecih ji Reuters re got ku balafireke bêmirov a Rûsyayê li naverasta bajarê Kremenchukê avahiyek niştecihan bombebaran kir. Di encamê de sê kes kuştin û herî kêm 15 kesên din birîndar kirin.

 Li gorî rayedarên Ukraynayê û şîrketa xeta trênê, li bajarê Dnipro yê rojhilatê Ukraynayê, beriya ku trên ber bi Zaporizhzhya bi rê keve droneke Rûsyayê li stasyonê xist, di bûyerê de herî kêm 13 kes hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy êrişa li ser stasyona trênê wekî "tirsnak" bi nav kir û bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên Ewropî kir ku li dijî êrişên giran ên Rûsyayê tedbîrên xurt bigirin.