Li bajarê Sehnaya yê Şamê ciwanek hat qetilkirin

Li bajarê Sehnaya yê Şamê ciwanek di êrişeke li hundirê cihê karê xwe de, hat qetilkirin û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Şehba ya Siwêdayê.

Li bajarê Sehnaya yê Şamê ciwanek hat qetilkirin
11 adar, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li bajarê Sehnaya yê Şamê duh ciwanekî Durzî (19) li cihê wî yê kar hat qetilkirin.

Şahidan ji SOHRˊê re da zanîn ku komeke ciwanan li hundirê dikanê êrişî ciwanê Durzî kir û ew qetil kir.

Di lênêrînên destpêkê yên tiba edlî de hat diyarkirin ku ciwan bi tundî rastî lêdanê hatiye, piştre hatiye qetilkirin.

Li gorî amarên SOHRˊê, ji destpêka 2026ˊan ve hejmara kesên hatine qetilkirin, derket 55’an.

(fr)