Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo dîlgirtî û cenazeyên şehîdên Kobanê yên ku di destê hikumeta demkî de ne daxuyaniyek da.

Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî dîlgirtiyan daxuyanî da
11 adar, 2026   13:00
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji bo dîlgirtiyên ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn dîlgirtin, daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi amadebûna malbatên dîlgirtiyan da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Mihemed Bozî ve hate dayîn. Daxuyanî wiha ye:

“Em di pêvajoya aştî û aramiyê de ne. Em ji gelê cîhanê re radigihînin ku em girtiyên xwe dixwazin, bila girtiyên me vegerin bajarê xwe û malbatên xwe. Bi sedan girtiyên me hene, lê heta niha girtiyên me nehatine berdan. Ev pêvajo wê bi berdana êsîrên me were çareserkirin û wê bibe rakirina dopêça li ser Kobanê. Di van rojên Remezanê de em dixwazin hemû êsîrên me vegerin malbatên xwe û van rojên pîroz di nav malbata xwe de bin.

Em dixwazin êsîrên me beriya cejnê werin berdan û cenazeyên şehîdên me bidin me. Em li ser pêyan in û daxwaza êsîr û cenazeyên şehîdên xwe dikin.

Banga me ji saziyên mafên mirovan re ew e ku zextekê li hikumeta demkî bikin da ku êsîrên me beriya cejnê berdin û ji bo ku êsîrên me vegerin nav malbata xwe û em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin.”

(sş/fr)

ANHA