Balafirên şer ên Fransa û Brîtanyayê tetbîqatek hevbeş pêk anî

Fransa û Brîtanyayê di çarçoveya hewldanên xurtkirina hevkariya li ser astengkirina nukleerî de, tetbîqatek hevbeş a hewayî ya nukleerî pêk anî.

Balafirên şer ên Fransa û Brîtanyayê tetbîqatek hevbeş pêk anî
23 cotmeh, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretên Parastinê yên FransA û Brîtanyayê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku cara yekem balafirên şer ên her du welatan beşdarî tetbîqatên têkildarî nukleerî bûne.

Li gorî daxuyaniyê, wekî ku ji hêla Agence France-Presse (AFP) ve hatî ragihandin, tetbîqata hevbeş a hewayî ya navokî roja Sêşemê êvarê pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "piştî ku ji baregeha hewayî ya Saint-Dizier li bakur-rojhilatê Fransayê rabûn, balafirên Rafale yên Fransayê ku ji hêla balafirên şer ên Typhoon ên Hêza Hewayî ya Brîtanyayê têne şopandin tetbîqateke nukleerî pêk anîn."

Ev tetbîqat beşek ji peymana hevkariya dualî li ser astengkirina nukleerî ye, ku di dema lûtkeyek navbera serokên her du welatan de li Northwood bakurê Londonê di Tîrmeha 2025-an de pêk hat.

(f)