Heftename; hilbijartinên Îsraîlê, krîza Lubnanê û rageşiya Tirkiye-Azerbaycanê

Rojnameyên erebî bal kişandin ser pirsgirêkên ewlehî û siyasî, hevkariya Sûriyeyê-Urdunê, bandora hilbijartinên Îsraîlê li ser siberoja Rojhilata Navîn, her wiha krîza Lubnanê û paşxaneya rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de.

Heftename; hilbijartinên Îsraîlê, krîza Lubnanê û rageşiya Tirkiye-Azerbaycanê
1 mijdar, 2026   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî bal kişand ser hilbijartinên Îsraîlê û bandorên wê li ser siberoja siyasetên li hemberî Filistîniyan, aloziyên ewlehiyê yên di navbera Urdun û Sûriyeyê de, her wiha krîza Lubnanê û îhtîmalên berfirehbûna şerê DYA û Îran û ghertinên hevbendiyên herêmî.

HEVKARIYA URDUN-SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN DAWÎ

Rojnameya El Ereb a li Londonê di gotarekê de diyar kir ku rageşiya dawîn a li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê, piştî êrişên hewayî yên Urdunê û girtina demkî ya deriyê sînor ê Nesîb, lawaziya hevrêzkirina ewlehiyê di navbera her du welatan de eşkere kir.

Rojameyê da zanîn ku rûbirûbûna terorîzm û qaçaxçîtiyê hevkariya saziyî hewce dike ku ewlehiya her du aliyan biparêze, rêzê li serweriyê bigire û bandorên nakokiyan li ser sivîlan û bazirganiyê sînordar bike.

HILBIJARTINÊN ÎSRAÎLÊ Û SIBEROJA SIYASETÊN LI HEMBERÎ FILISTÎNIYAN

Rojnameya El Nahar a Lubnanê bal kişand ser hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê û destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe dê têrê nekin ku rêça qonaxa siyasî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn diyar biki û sedema vê yekî wiha şîrove kir "Ji ber veguherînên ku piştî êrişa 7‘ê Cotmehê û şerên li pey hev ên li herêmê çêbûne rastiyek nû li ser Îsraîl û welatên derdorê ferz kirine."

Gotarê her wiha diyar kir ku veguherîn ne tenê bi Îsraîlê ve sînordar in, lê di heman demê de aliyên ku di pevçûnê de bi wê re ne jî vedihewîne.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Gelo Eisenkot Serweriya Generalan li Îsraîlê Vegerîne?" weşand. Di gotarê de îşaret bi şansê Gadi Eisenkot ku bibe Serokwezîrê Îsraîlê, bi taybet di pêşbaziya bi Benjamin Netanyahu re kir. Her wiha rewşa dabeşbûnên siyasî yên ku rê li ber avakirina hikûmetê digirin nirxand.  Her wiha bal kişand ser sînorên karîna serokatiya nû ji bo pêkanîna guhertinek rastîn di polîtîkayên Îsraîlê de. Hate destnîşankirin ku beşek ji populerbûna Eisenkot bi xwesteka bidawîkirina desthilatdariya Netanyahu ve, ne bi piştgiriya bernameya wî ankku "ne ji ber hezkirina wî, lê ji ber nefreta ji Netanyahu" ve girêdayî ye.

LUBNAN DI NAVBERA LIBERÇAVGIRTINA VEBIJÊRKAN Û RISKÊN ŞER DE

Der barê Lubnanê de jî rojnameya El Şerq El Ewset mijara veguhestina teqemeniyan ji Geliyê Bekaayê bo Beyrûtê nirxand. Rojnameyê ev mijar bi pêwîstiya nirxandina vebijarkên leşkerî û siyasî yên Hizbullahê û nirxandina bandorên şer li ser Lubnanê û jîngeha wê ya civakî ve girêda. Rojnameyê bal kişand ser girîngiya liberçavgirtina biryara tevlêbûna nava şer, sînorê piştgiriya bi Îranê re, her wiha xwezaya têkiliyên Hizbullah û dewletê.

Li aliyekî din rojnameya El Şerq a Lubnanî di gotarek bi sernavê "We şer ceriband û hûn têk çûn...çima hûn aştiyê jî naceribînin?" de, banga nirxandina rêya leşkerî û lêgerîna alternatîfên siyasî  li ser bingeha windahiyên kir ku Lubnanê di salên pevçûnê û dagirkirina berdewam a Îsraîlê ya axên Lubnanê de kişand.

Rojnameya El Nehar jî gotarek bi sernavê "Nîşaneyên şerekî herêmî û mehek xeternak ji bo Lubnanê... û hişyariyek li dijî beşdarbûna Hizbullahê di pevçûnê de?" hişyarî da li ser bandorên  zêdebûna rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de li ser Lubnanê.

NÊZÎKBÛNA AZERBAYCAN-ÎSRAÎLÊ TENGEZARIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE KÛRTIR DIKE

Rojnameya El Quds El Erebî cih da rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de. Hate gotin, rageşî ji nakokiya li ser qedexekirina Hicabê li dibistanên Azerbaycanê wêdetir diçe û cudahiyên kûrtir di berjewendiyên herêmî de, bi taybetî têkiliyên di navbera Bakû û Tel Avîvê de û nelihevkirina li ser nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Ermenistanê re nîşan dide.

Rojnameyê diyar kir ku vegera têkiliyên normal di navbera Tirkiye-Azerbaycanê de dê di siberoja nêzîk de ne hêsan be û wiha domand "Ji ber ku Îsraîl di dilê nakokiyê de ye û başbûna têkiliyên di navbera Enqere û Tel Avîvê de dibe ku yek ji faktorên ku bandorê li ser rêça têkiliyên di navbera her du welatan de dike be."