4’ê Nîsanê: Ji nirxandinên Rêber Apo zayîna ber bi Sosyalîzmê ve-1

Di parazname û pirtûkên xwe de Rêber Abdullah Ocalan jiyan û têkoşîna xwe wekî lêgerîna heqîqetê dinirxîne û bi serdemên cuda, wekî zayîna miletekî pênase dike.

4’ê Nîsanê: Ji nirxandinên Rêber Apo zayîna ber bi Sosyalîzmê ve-1
4 nîsan, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê navçeya Xelfetê yê girêdaydî bajarê Rihayê jidayik bûye. Her sal 4’ê Nîsanê wekî rojbûna dozekê, miletekî û felsefeyekê tê pêşwazîkirin. 

Bi minasebeta 4’ê Nîsanê, em çend nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî mijarê diweşînin.

PÊVAJOYA ZAROKATIYÊ Û DIBISTAN

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Parastina Gelekî" de pêvajoya destpêkê ya jiyana xwe wiha nirxandiye; "Bi destpêkirina dibistana seretayî re gava yekemîn a ciddî ber bi dewletbûyînê ve hat avêtin. Kesayet ji ber civaka komîn ber bi civaka dewletparêz ve gaveke veguherînê diavêje. Bi bajarîbûyînê re dimeşe. Nirxên bajêr di ser nirxên komîn ên çolterê re têne hesibandin. Xwendina dibistana navîn, lîse, karmendî û heta pola dawîn a zanîngehê amadekariyên pêş ji bo zilamtiya dewletê ne. Di vî temenî de li cem her kesî bi awayekî hişk kesayeteke bajêr-dewletê serdest dibe.Rewşa paşve mayînê û netewê bindest dibe sedema nerazîbûnê li dijî dewletê. "

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê, "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de jî qala pêvajoya xwe ya zarokatiyê, xwendinê dike û wiha dibêje:

“Jixwe ez di pratîkê de ji zarokatiya xwe ve ji bo peydakirina hevalên xwe nêçîrvan bûm. Yek ji derdê min ê sereke ew bû, ez komên piçûk ên zarokan pêk bînim. Ji bo vê jî min her tişt bi kar dianî. Di dema çûna xwe ya dibistana seretayî de min cemaeta xwe ya nimêjê pêk anîbû û dest bi îmamtiya wê kiribû. Seansên kuştina maran, seferên ji bo nêçîra çivîkan, kampanyayên ji bo berhevkirina pîvokan hertim di rojevê de bûn. Min ê hertim bahaneyek bidîta û bi pey hevalên xwe yên zarokatiyê biketama. Malbat jî di vî warî de têra xwe hişyar bûbûn. Li çareyekê digeriyan da ku zarokên xwe ji min biparêzin. Ma ne ez ‘Dînekî Çolê’ bûm. Çawa ku ev lêgerînên min jî nîşan didin, derdorên civaka modern û rêûresmê têra min nedikirin. Di ruh û zêhnê min de valatiyên kûr çêbûbûn. Wer xuya dikir ku ez ê bi hêsanî têr û razî nebûma. Rûsipiyê gund carekê bi mebesta min hişyar bike weha gotibû: “Tu mîna civayê qet di cihê xwe de nasekinî!” Bi rastî jî ez wisa bûm. Têgîna ‘di cihê xwe de bitebite’ ji bo min çênebûbû."

Wexta ku ez di zarokatiya xwe de bi sîstema dibistana seretayî ya Tirk re rûbirû bûm, rastiya Kurd a mirovan bi zorê dikarîn ji hev derxin, di mejî û ruhê min de rê li ber peydabûna pirsan vekiribû. Bi awayekî xwezayî min Tirkîtî qebûl nedikir. Min di kûrahiya ruhê xwe de bandoreke mirov piçûk dixe, his kir. Ya pêşî hat bîra min ew bû ku divê ez têkiliyeke malbatê bi Tirkîtiyê re bibînim. Ji aliyê diyê ve, ji dûr ve têkiliyek bi Tirkîtiyê re hebû, lê zêde tiştek pê safî nedibû. Jixwe Kurdîtiyeke bavikanî xwe eşkere dida hiskirin. Min nikarîbû ji vê rastiyê birevim. Lê bi dibistana seretayî re birîna min a pêşî jî bi vê rastiyê ve girêdayî vebûbû. Kurdîtî ji bo min gelekî bi pirsgirêk bû û cara pêşî têkiliya min a bîrbirinê bi wê re bi vî awayî çêbû. Di vî warî de hestyariya hemsalên min zêde çênedibû. Li gundê berê yê Ermeniyan li dibistana seretayî zarokên Tirkîtiya Komarê qebûlkirî hebûn û ji bo min mesafeya di navbera xwe û wan de ji holê rakirana, diviyabû min xwe bixista çavên mamosteyên xwe. Ji dibistana seretayî ve, ez timî li pey yekemînbûnê çûm. Ez niha wer fêhm dikim ku ji bo ez xwe ji neyêniyên ji rastiya Kurd bên biparêzim min serî li rêbazeke bi vî rengî daye. Min bi vî awayî dixwest xweseriya xwe piştrast bikim. Ez di vê de serketî bûm. Min di vî warî de çîroka xwe ya serketinê ya heta sinifa dawî ya zanîngehê her dubare kir. Min bi vê rêbazê ciddiyeta xwe piştrast kiribû û nîşanî ‘dost û dijminan’ dabû ku ez dikarim bibim zilam. Lewma ez dikarim êdî dest biavêjim karên girîng.

Ya rastî, bi duayên min ji ber kirî, ez li dîn serwext bûbûm. Ev awayê serwextbûnê jî awayekî ji rêûresmê bû. Min sîûsê sûreyên piçûk ji ber kiribûn. Ez di vî warî de wisa pêşde çûbûm, ez êdî her di ber mînbera melê gund de bûm. Jixwe mele jî ji bo min weha digot: “Abdullah tu bi vê lezê biçî tu yê karibî bifirî!” Ev jî ji bo min rêyeke din bû ku min pê rê li ber xwe vedikir û xwe bi bandor dikir. Bi vî awayî, min karîbû xwe di nava civaka ji rêûresmê de bikim kesekî xuya û karibe bikeve çavê her kesî. Van herdu rêbazan têra min kiribû. Di mijarên din de zêde xwestek û hewesa min çênebû. Carcaran wexta min emeletî jî dikir, min karîbû ku ez xwe bikim mînak. Di mijarên din de min xwe li paş digirt. Bêguman meşên çiya, kuştina maran, nêçîra çivîkan jî ji wan mijûliyan bûn ku min pêşengiya wan dikir.

GAVÊN BER BI SOSYALÎZM Û KURDÎTIYÊ VE

 Min di sala 1969’an de pêşî cesaret kir gav biavêjim sosyalîzmê û di sala 1970’î de jî min cesaret kir gav biavêjim Kurdîtiyê. Diviyabû min herdu bi hev re bimeşanda. Şêwazê min ê rahiştina van herdu rastiyên di nava xwe de pirsgirêkên mezin dihewandin, pêşî bi xisletên giraniya xwe bawerî û dogma bû û jixwe ji vê wêdetir jî nikarîbû biçûya. Dem demeke wisa bû, dema şoreşgertiya sloganan bû. Min jî hewl dida ez bi çend sloganên sereke bimeşim. Bêguman min timî guh dida hosteyan û lewma çend sloganên sereke yên min ew pîroz kiribûn hebûn. Ew jî ev bûn: ‘Kurd hene’, ‘Pirsgirêka Kurd heye’, ‘Mafê her neteweyî heye çarenûsa xwe diyar bike’, ‘Mafê her neteweyî heye dewleta xwe ava bike’, ‘Meseleya millî herî rast bi rêya sosyalîzmê çareser dibe’, ‘Mirov dikare şerê rizgariyê li ber çav bigire’, ‘Eger partiya hevpar çênebe partiya millî jî çêdibe’."

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku dema ku di serê salên 1970’î de dest avêt karên civakî û neteweyî yên Kurdan têra xwe di nava nakokiyan de bû û wiha didomîne" Ber bi salên 1970’î ve bi vî awayî ez pêxîrtengî bûbûm û dihejiyam. Piştî ku min rewşa xwe ya hejînê bi vî awayî îfade kir, tam jî di wan deman de li cem rastgir an çepgirên bi hev re di nava şer de bûn ji bo derketina ji vê tengasiyê li çareyê geriyam. Tê bîra min, weke kesekî nimêjker pêşî min rastgir pelandin. Li Enqereyê rojên ku min nimêj li Mizgefta Maltepeyê dikir, heta bi salên 1969’an jî çûn. Rojên min îrşad dikirin, ne kêm bûn. Heta bêyî ku ez destûrê bistînim, min li konferansa Necîb Fazil Kisakurek ê weke ‘Ustadê Mezin’ dihat bi navkirin li Ocaxa Tirk guhdarî kir. Ez gelekî bi heyecan bûbûm. Xeyal meyal Kovara Rojhilata Mezin tê bîra min. Eşkere ye, dengek bû ku hêz dida mefkûreya min a der barê Xwedê de ku dihejiya. Li Komeleya Têkoşîna Li Dijî Kominîzmê li Silêman Demirel û Refîk Korkut rast hatibûm. Piştre nizanim çawa çêbû, lê min di bin balgiya xwe de pirtûka bi navê ‘Alfabeya Sosyalîzmê’ dît. Min ji ber xwe ve dest pê kir xwend

Di sala 1970’î de min dibistana xwe qedand û li Amedê weke karmendê dewletê hatim erkdarkirin. Min li vir mûçe û bertîl nas kirin…bi teşwîqa atmosfera bajêr jî eleqeya min a ji bo Kurdîtiyê her ku çû zêde bû. Min sermayeya xwe ya pêşî li Kurdîtiyê razandibû û çîrokê bi vî awayî dest pê kir

Di sala 1971’ê de min li Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê navê xwe nivîsand. Min hem li taxeke neqane xwedî jiyana modern Bakirkoyê karmendî dikir, hem jî min Stenbol nas dikir. Bêguman vê yekê wê bandor li min bikirana. Rojên bi liv û lebat ên Dev-Genç û DDKO’yê bûn. Eleqeya min ji bo herduyan jî hebû. Bi awayekî fermî jî bûm endamê DDKO’yê.

Bîranîna min a dawî ya li Stenbolê der barê civînekê de ye. Civîn li maçkayê li salona zanîngeha teknîkê ya Stenbolê pêk hatibû. Nizanim çawa çêbû, ez jî li salonê bûm. Salon gelekî qelebalix bû. Yek ji civînên herî krîtîk ên Dev-Gencê bû. Ji nişkê ve Mahîr Çayan, Yusuf Kupelî Û Munîr Remezan Aktolga (Aktolga dibe ku navê şaş be, dibe ku navê rast Sînan Kazim Ozudogru be) ketin hundir.

Ji nava bîst kesan û bi bûrsê min navê xwe li Fakulteya Siyasî ya Enqereyê nivîsî. Di vê de gavavêtina Mahîran rola xwe girîng bû, di sala 1972’an de bûbûm Sempatîzanê THKP-C’ê."

(bb)

ANHA