Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 13 kolber hatin kuştin

Di 6 mehan de, di encama êrişên rejîma Îranê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, 13 kolber hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 13 kolber hatin kuştin
26 îlon, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolber Newsê têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan raporek weşand.

Di raporê de hatiye diyar kirin ku di nava 6 mehan de, herî kêm 20 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî.

Di raporê de hate destnîşankirin ku 18 bûyer ji wan ji ber êrişa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê çêbûye. Di encamê de 13 kolber hatin kuştin û 5 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha herî kêm du kolberên din jî piştî ku li navçeya Şemzînanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine desteserkirin, rastî êşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hatin.

Li gorî raporê di nava qurbaniyan de 2 ciwanên 18 salî yên bi navê Sîrwan Xweşnemek û Suheyl Firdewsî jî hene.