Di 29-30’ê Îlonê de konferansa Pirsgirêka Kurd li Londonê tê lidarxistin

Di "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" de wê pirsgirêka Kurd, tecrûbeyên çareseriya şer û aştiyê ya li herêmê cuda yên cîhanê bê nirxandin.

Di 29-30’ê Îlonê de konferansa Pirsgirêka Kurd li Londonê tê lidarxistin
25 îlon, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Paytexta Îngilistan London wê ji konferansekê re malovaniyê bike ku çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî lê bêne nirxandin.

Konferans wê ji aliyê Centre for Kurdish Affairsê ve di 29-30'ê Îlonê de li Hamilton Houseyê bi navê "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" bê lidarxistin. Gelek siyasetmedarên Kurd, akademîsyen, rojnamevan, nûnên civaka sivîl û pisporên ku di pêvajoyên aştiyê yên welatên cuda de cih girtin wê beşdarî konferansê bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê yê berê û Alîkarê Serokwezîr David Lammy, parlamenterên Partiya Karker Catherine West û Bambos Charalambous jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin armancên konferansê.

TECRÛBEYÊN AŞTIYÊ YÊN LI CÎHANÊ WÊ BÊNE NIRXANDIN

Di roja destpêkê ya konferansê de wê pêvajoyên aştiyê yên li Îrlanda Bakur, Kolombiya, Efrîkaya Başûr, Welatê Baskê, Katalonya û Tîrol a Başûr bêne nirxandin.

Sernavên muzakere û diyaloga siyasî, derbasbûna ji şer ber bi siyaseta demokratîk, bêçekbûn, jinûve entegrasyon, parvekirina erkê, xweserî û garantiyên destûra bingehîn wê bi tecrûbeyên welatên cuda werin nirxandin.

Victoria Sandino ku beşdarî pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê bû wê bi rêya dîmen peyamekê ji konferansê re bişîne.

ROJA DUYEMÎN WÊ JI PIRSGIRÊKA KURD RE BÊ VEQETANDIN

Di rûniştinên 30'ê Îlonê de wê yekser aliyên siyasî, hiqûqî, civakî û herêmî yên pirsgirêka Kurd bêne nirxandin.

Li gel nîqaşa li ser paşeroja siyaseta Kurd, temsîla demokratîk, rêveberiyên xwecihî û rola civaka sivîl û dîasporayê her wiha wê bûyerên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ya li ser Kurdan jî bê nirxandin.

Di bernameyê de her wiha wê rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de, tevlîbûna hindikahiyan, mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û lihevkirina civakî werin nirxandin.

Li gel Pervîn Bûldan, Gultan Kişanak, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay û Osman Baydemîr wê gelek akademîsyen, rojnamevan û pisporên pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî li konferansê amade bin.

AŞTIYA MAYINDE ÇAWA DIKARE BÊ AVAKIRIN?

Koordînatora Centre for Kurdish Affarisê Nejla Arî anî ziman ku armanc ji konferansê ew e ku tecrûbeyên aştiyê yên li welatên cuda bi tecrûbeyên siyasî yên Kurdan re li ser heman platformê bigihîne hev.