Fuad Huseyîn: Ji bo kontrolkirina çekan planek nû tê amadekirin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn diyar kir ku bi vekişîna koalîsyonê re dê serdemeke nû dest pê bike. Huseyîn destnîşan kir ku ji bo çekên bêruxset amadekarî tên kirin û ragihand ku der barê danekirinên li ser balafirên Îranê de hevdîtinên bi Washingtonê re tên kirin.

Fuad Huseyîn: Ji bo kontrolkirina çekan planek nû tê amadekirin
25 îlon, 2026   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn diyar kir ku hikûmetê ji bo çekên bêruxset bixe bin kontrola dewletê planeke nû amade kiriye û hevdîtinên li gel komên çekdar ên ji bo radestkirina çekan berdewam dikin.

Huseyîn anî ziman ku piştî hêzên koalîsyonê ji Iraqê vekişiyan wê serdemeke nû dest pê bike û destnîşan kir ku tê plankirin ku vekişîn wê di 30'ê Îlonê de temam bibe. Huseyîn bi vîr xist ku ev yek li welêt ne valahiyeke ewlehiyê ye destpêka qonaxeke nû ye.

Huseyîn di mijara kontrolkirina çekan de jî diyar kir ku ev yek meseleya navxweyî ya Iraqê ye û got, “Ji bo vê dosyeyê em planeke nû pêşkêş dikin. Ji bo radestkirina çekan, muzakere û hevdîtinên bi aliyan re berdewam dikin.”

Huseyîn anî ziman ku der barê danekirinên DYA’yê yên li ser xetên asmanî yên Îranê de jî bi Washingtonê re hevdîtin tên meşandin. Huseyîn ragihand ku Iraqê der barê biryara ketina balafirên Îranê bo balafirgehên welêt aliyê Îranê bi awayekî fermî agahdar kirine.

Huseyîn bal kişand ser bandora şer û pevçûnên li herêmê ya li ser aboriya Iraqê û got, “Aboriya Iraqê qurbaniya yekem a şerê li herêmê yê ku girêdayî Îranê ye.”