Têkoşîna 46 salan pergala demokratîk afirand

Hîmê ku Rêber Abdullah Ocalan 46 sal beriya niha bi derbasbûna Kobanê re avêtibû, Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pergala xweseriya demokratîk ku bûye hêviya gelan derxist holê.

Têkoşîna 46 salan pergala demokratîk afirand
2 kanûn, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Rojava, parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. 24’ê Tîrmeha 1923’an ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê hat qutkirin. Nêzî 3 milyon û nîv Kurd, li aliyê Rojavayê Kurdistanê man. Ji aliyê desthilatên li Sûriyeyê ve rastî her cûre polîtîkayên asîmîlasyonê hatin. Ziman, çand, rojên pîroz ên Kurdan, heta hebûna wan hate redkirin. Ji bilî înkarkirina nasnameyê, rejîmê nasnameyên dewletê jî nedan sedhezaran Kurdan, heta weke welatiyên herêmê jî nehatin hesibandin. 

Weke parçeyên din ên Kurdistanê, Kurdên Rojava jî li dijî zordariyê ji bo qezençkirina nasnameya xwe têkoşînek dûr û dirêj meşandine.

Yekem rêxistina siyasî li Rojava, bi tevgera Xoybûn (1927’an li Lubnanê hat avakirin û li Şamê jî xebat meşand) pêş ket. Xoybûn heta 1946’an xebat meşandin. Siyasetmedar û rewşenbîrên wekî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nureddîn Zaza, Celadet û Kamûran Bedirxan di nava vê xebatê de cîh girtin.

Kurdên Rojava cara yekemîn daxwazên xwe di sala 1928’an de pêşkêşî meclîsa damezirîner a Suriyeyê ya girêdayî Fransayê kirin. Di van daxwazan de perwerdeya Kurdî û li gel zimanê fermî bikaranîn zimanê Kurdî jî hebû. Lê ji ber nerazîbûnên nîjadperestên Tirk û Ereb ev daxwaz nehatin qebûlkirin.

Piştî Xoybûn, siyasetmedarên Kurd berê xwe dan Partiya Komînîst a Sûriyeyê. Her wiha ciwanên Kurd li Şam, Heleb û bajarên Kurdan bi rêxistinên weke klûb, yekîtî, komeleyên çandî xwe birêxistin kirin.

14'ê Hezîrana 1957'an siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ê weke Osman Sebrî û Nuredîn Zaza, Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyeyê (PDK-S) ava kirin. Lê bi destwerdana partiyên Başûrê Kurdistanê re, partî parçe bû, bi demê re gelek partiyên cuda derketin. Ji ber vê parçebûnê civaka Rojava jî nekarî bibe xwedî hişmendî û îradeyek yekgirtî. 

RÛPELEK NÛ

Ji bo Rojava sala 1979’an bû destpêka rûpelek nû.  Rêber Abdullah Ocalan 2’yê Tîrmeha 1979’an derbasî Rojava-Sûriyê bû û pêvajoyek nûjen da destpêkirin. Kadroyên ku ji aliyê Rêber Apo ve dihatin perwerdekirin, bi fikrek nû ya li ser esasê wekhevî, demokrasî û azadiya jinê di nava civakê de xebatên rêxistinî meşandin. Gelê Rojava di demek kurt de dora felsefeya Rêber Apo yekîtiya xwe ava kir, gavên nîşandana hêza cewherî avêtin. Bi hezaran ciwanên Rojava tevlî refên gerîlla bûn. Vê yekê bingehek xurt a têgihîştina civakê çêkir.

JIN KETIN NAVA XEBATAN

Rêber Abdullah Ocalan fikra “Azadiya jinê, azadiya civakê ye” belav kir. Bi hezaran jin ji aliyê Rêber Apo ve hatin perwerdekirin. Li gelek mêran, bihêzbûna jinan li Rojava nasnameyek xurt a çandî, bawerî û siyasî derxist holê. Her malek veguherî cihê xweperwerdekirin û hişmendiyê. Ya herî girîng jî feraseta jiyana komunal û xebatên kollektîf serwer bûn. Ji salên 1980’yî heta 2000’î zêdetirî 300 jinên ji Rojava di nava têkoşînê de şehîd bûn. 

Di nava civakê de jî jinan pêşengiya gelek xebatan kirin. 8’ê Adarê ku rejîma Suriyeyê wekî roja desthilatdariya Baasê pîroz dikir, cara yekem ji aliyê jinên Kurd ve sala 1987’an li maleke bajarê Qamişlo bi dizî hat pîrozkirin. 

BANDORA BERXWEDANA GIRTÎGEHA AMEDÊ 

Çalakiyên fedayî yên ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê di girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de sala 1982’yan pêk anîn, bandorek mezin li gelê Rojava jî kir. 

Piştî 1982’an agirê Newrozê li Rojava geştir bû. Ji Efrînê heta Dêrikê, tevî êriş, girtin û êşkenceyên rejîmê jî gel Newroz pîroz kir. Rejîmê 21’ê Adarê weke “Roja Dayîkê” îlan kiribû, lê Kurdan ev roj vegerand ser hîmê wê yê asasî. 

ÇIRÛSKA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ 

Gelê Rojava têkoşîna xwe ya 20 salan di salên 2000’an de veguherand sazûmaniyê. Bi bandora têkoşîna azadiyê û geşedanên li Rojhilata Navîn derfetên mezin derketin holê. 20’ê Îlona 2003’an Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat avakirin. 

12'ê Adara 2004'an, hêzên rejîmê li bajarê Qamişlo di lîstika futbolê ya di navbera tîma Qamişlo û Dêrazorê de, êrişî gel kirin û komkujî pêk anî. Li hemberî êrişan li tevahiya bajarên Cizîrê serhildanê dest pê kir û di demeke kurt de heta Efrînê belav bû. Serhildan bû bingehek xurt a rêxistinbûn û çirûska Şoreşa Rojava. Bingeha avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di vê demê de hat avêtin.

Jinên ku pêşengiya serhildan û gelek xebatan kirin jî sala 2005’an Yekîtiya Star ava kirin û li dora yekîtiyê gelek sazûmanî hatin çêkirin. 

ENCAMA TÊKOŞÎNA 33 SALAN: ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ 

Pêvajoya "Bihara Gelan" ku wekî “Bihara Ereban” jî tê binavkirin û sala 2010'an li Tûnisê destpê kir, li Misir û Lîbyayê dewam kir, bandora xwe li Sûriyeyê jî kir. Gel di navbera Çile û Adara 2011’an de, li dijî rejîma Baas rabû serhildanê. Lê dewletên hegemon û dewletên herêmê yên weke Tirkiye û Îranê destwerdan kirin. Komên weke El- Nûsra û DAIŞ’ê derket holê û şoreş ji xeta wê derxistin. 

Dema li Suriyeyê ev geşedan çêdibûn, gelê Rojavayê Kurdistanê, bi ezmûnên xwe yên ji 1979’an ve (46 sal) gavên ber bi azadiyê ve avêtin. 3’ê Timeha 2011’an Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) weke sîwaneya rêxistinên siyasî û civakî hat avakirin. Heman salê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hat avakirin.

Gelê herêmê bi pêşengiya saziyên xwe, li dijî zordarî û êrişan ji sala 2011’an ve “Meşên Înê” ku li tevahiya Sûriyeyê dihatin lidarxistin, li Rojavayê Kurdistanê jî dan destpêkirin.

Li hemberî metirsiyan û parastina destkeftiyan, sala 2011’an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avakirin. 4’ê Nîsana 2012’an jî îlankirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat ragihandin.

Di vê demê de qasî têkoşîna li dijî êrişan û rejîmê, hewldanên ji bo yekrêziya Kurdan jî hatin pêşxistin. Di vê çarçoveyê de pêwendiyên navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku bi PYD’ê re 5 partiyên din jî têde hebûn û Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) ku desteka xwe ji PDK’ê digire de hatin zêdekirin. 11'ê Tîrmeha 2012’an li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê di navbera herdu aliyan de civînek hat çêkirin.

Dema ev hevdîtin çêdibûn, gelê Rojava hêza parastina xwe xurt kiribû, gavên dîrokî di avêtin. Wekî encamek danaheva têkoşîna 33 salan, 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê çirûska şoreşê hat pêxistin û di rojên pişt re de ji Efrîn heta Dêrikê belav bû.

Hevdîtinên navebera MGRK û ENKS’ê jî encam da û 24'ê Tîrmeha 2012'an Desteya Bilind a Kurd hate îlankirin. 29’ê Tîrmehê jî gelê Rojava li kolanan avakirina Desteya Bilind pîroz kir. Lê tevî vî hewayê erênî jî, ENKS’ê xwe ji hevdîtinan dûr xist, piştî demekê jî Desteyê wateya xwe winda kir. Sala 2014’an piştî hevdîtinên li Duhokê, vê carê Lêvegera Siyasî hat avakirin, lê ew jî, ji ber nêzîkahiyên ENKS’ê serkeftî nebû.  

Ji bo parastina bajar û bajarokên hatine rizgarkirin jî sala 2012’an destpêkê li Kobanê, piştre jî li Qamişlo, Hesekê, Dêrikê û tevahiya bajarên din Hêzên Asayîşê hatin avakirin. Di bin banê Asayîşê de Asayîşa Jin jî hatin birêxistinkirin. Dîsa Hêzên Parastina Civakî (HPC) hatin avakirin û sîstema Erka Xweparastinê hat pêşxistin. 

Li aliyekê pergala parastinê hat pêşxistin, li aliyê din, dijî metirsî û êrişên komên çete xeta berxwedanê hat raçandin. Êrişên yekem sala 2012’an dijî Serêkaniyê, Efrîn û taxên Şêxmequst û Eşrefiye yên Helebê pêk hatin. Dijî van êrişan hêzên parastinê berxwedaneke ku dê piştre deng vede da destpêkirin. 

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê 15’yê Îlona sala 2014’an piştî çend deverên herêma Cizîrê bi awayekî hovane berê xwe dan Kobanê, berxwedana dîrokî jî mezin bû. Hêzên YPG, YPJ û Asayîşê bi derfetên kêm deng li Kurdistan û cîhanê vedan. Lewma cara yekem tevahiya parçeyên Kurdistanê berê xwe dan vê herêmê. Dîsa cara yekem di asta navnetewî de piştgiriyek mezin hat nîşandan û hîmên hêza enternasyonalîst hat xurtkirin. Serhildanên gel pêl bi pêl belav bûn û di dema domandina berxwedanê de 1’ê Mijdarê wekî `Roja Cîhanî ya Kobanê` hate ragihandin. Di encama vê hevkarî û têkoşîna 134 rojan de, 26`ê Çileya 2015`an Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Hêzên hegemon, hevkar jî neçar man ku vê îradeyê nas bikin.

SÎWANEYA LEŞKERÎ: QSD

YPG û YPJ, piştî berxwedan û têkoşînek mezin, ji aliyê tevayî pêkhateyên herêmê ve weke hêza netewî û enternasyonal hate qebûlkirin. Lewma bi hezaran ciwanên Ereb, Suryan û ji welatên cuda beşdarî refên YPG û YPJ’ê bûn. Di nava hêzên parastinê de komên xweser ên pêkhateyan jî hatin avakirin. Piştî mezinbûna van hêzan, 15’ê Cotmeha 2015’an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji 13 hêzên çekdar pêk tê, weke sîwaneya giştî hat avakirin.

Şervanên YPG-YPJ’ê sala 2015’an Girê Sipî, Hêzên QSD-YPJ’ê jî sala 2016’an Minbic, 2017’an Tebqa, 20`ê Cotmeha 2017’an “Paytexta DAIŞ’ê” Reqa rizgar kirin. 23’ê Adara 2019’an jî li gundê Baxozê yê Dêrazorê jî, serweriya erdnîgarî ya DAIŞ’ê hat bidawîkirin. 

PÊŞKETINÊN CIVAKÎ-SIYASÎ Û PERGALA XWESERİYA DEMOKRATÎK

Piştî rizgarkirina bajaran, pêngav bi pêngav hîmên sîstema xweseriya demokratîk hatin avêtin. Li tevahiya bajar û bajarokan meclis û komin hatin avakirin, şaredariyên gel hatin rêxistinkirin. 12’ê Mijdara 2013’an jî Meclîsa Gel a Rojava hat ragihandin.

Di 7 û 12’ê Mijdara 2013’an de bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî li Qamişlo Meclîsa Hevpar a Damezrîner a Rêveberiya Demkî hat avakirin. Di bin sîwaneya meclîsê de jî komîteyên li ser qanûna hilbijartinê, şêweyê rêveberiyê û qanûndanînê hatin avakirin.

2'yê Kanûna 2013’an navê Meclîsa Hevpar a Rêveberiya Demkî weke "Meclîsa Çêkirina Qanûnan" hat guhertin û biryar hat girtin ku Efrîn, Kobanê û Cizîr  bibin kantonên xweser. Navê kantonan jî weke "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk" hat destnîşankirin.

5’ê çileya 2014’an bi beşdariya nûnerên hemû pêkhate û gelek partiyan projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat erêkirin.

Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 6’ê Çileya 2014’an li bajarê Amûdê bi beşdariya nûnerên 52 partî, rêxistin, tevgerên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, 15 kesayên serbixwe pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” qebûl kir. Zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî weke zimanên fermî hatin erêkirin.  

21’ê Çileya 2014’an Rêveberiya Demkî ya Qantona Cizîrê, 27’ê Çileyê ya Kobane û 29’ê  Çile jî ya Efrînê hat îlankirin.

Piştî îlankirina rêveberiyên xweser êdî hemû xebat di bin sîwaneyan wan de hatin meşandin. Ji bilî nûnertiya pêkhate û baweriyan a di rêveberiya xweser de, pergala perwerdeyê li gorî zimanên fermî hat sazkirin. Di aliyê çandî, civakî û baweriyan de pêkhateyan sazî û dezgehên xwe yên xweser ava kirin.

Xebatên dîplomasiyê gaveke din a girîng bûn. Di vê çarçoveyê nûnertiya yekemîn a Rêveberiyê di 15’ê Tebaxa 2015’an de li Silêmaniyê, ya duyemîn jî di 10’ê Sibata 2016’an de li paytexta Rusya Moskow hate vekirin. Piştre li Avusturya, Fransa, Almanya, li ser navê welatên Beneluks (Belçîka, Hollanda, Luksemburg), li Belçîka û li ser navê welatên Îskandînavya (Siwêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norweç, Îzlanda) jî li Siwêdê nûnertî hat vekirin. Li Lubnan û Îmaratê jî ofîsên rêveberiyê hatin vekirin.

Dîsa di civînên Qahîre, Moskow, Ewropa yên ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê hatin lidarxistin de temsîliyeta rêveberiya xweser hate kirin.

HILBIJARTIN

Bi armanca ahengiya navbera tevahiya herêman û pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser 2017’an Federasyona Bakurê Suriyeyê hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de pergala rêveberiyê wekî 3 Herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kantonan (Qamişlo, Hesekê yên girêdayî Herêma Cizîrê, Girê Spî û Kobanê yên girêdayî Herêma Firatê û Efrîn, Şehba yên girêdayî Herêma Efrînê) hat diyarkirin. Minbic, Reqa û Tebqa jî wekî rêveberiyên sivîl hatin diyarkirin. Hilbijartinên yekem ên şarediyan sala 2015’an hatin pêkanîn. Sala 2017`an cara duyem hilbijartinên şaredariyan pêk hatin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018`an bi komên çeteyan êrişî Efrînê kir. Li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî ya 58 rojan hat nîşandan. Efrîn 18`ê Adara heman salê hat dagirkirin. 9`ê Cotmeha 2019`an di salvegera Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû de, dewleta Tirk a dagiker vê carê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir.

NASKIRINA RÊVEBERIYÊ

Dijî êrişên dagirkeriyê, pergala xweseriya demokratîk hat berfireh û xurtkirin. 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Mînaka xweseriyê li cîhanê jî deng veda û yekem car Parlamentoya Herêma Xwesar a Katalonya ya girêdayî Spanyayê di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê (20`ê Cotmeha 2021) de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir.

ŞEKLÊ DAWÎ YÊ RÊVEBERIYÊ

Bi mezinbûna pergalê re di aliyê civakî, siyasî, aborî û perwerdeyê de jî nûbûn hatin çêkirin. Di 12`ê Kanûna 2023`yan de Hevpeyaman Civakî ji nûve hat nivîsandin û erêkirin. Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala Rêveberiya Xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat guhertin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatin girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehba, Cizîr, Firat , Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê.

Li gorî Hevpeymana Civakî, Qanûna Yekitiya Şarêdariyan, Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat derxistin (2024).

Piştî derxistina qanûnan biryar hat dayîn ku 11`ê Hezîrana 2024’an hilbijartinên şaredariyan pêk werin, lê li ser daxwaza partî û rêxistinên dê tevlî hilbijartinan bibin bi armanca temamkirina amadekariyan hat taloqkirin. 

HILWEŞANDINA REJÎMÊ Û PÊVAJOYA NÛ

Piştî ku 8’ê Kanûna 2024’an rejîma Baas hat hilweşandin, li herêmê pêvajoyek nû destpê kir. Li Şamê hikûmetek veguhêz hat avakirin. Bi wê re jî hevdîtinên Şam û Rêveberiya Xweser destpê kirin. Ji bo avakirina Suriyeya pêşerojê, rêveberiya xweser êdî di qada navnetewî de jî bi awayekî fîîlî weke aktorek sereke tê qebûlkirin. Piştî hevdîtinên ku hêzên navneteweyî jî beşdar bûn, 10’ê Adara 2025’an di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de peymanek ji 8 xalan pêk tê hat îmzekirin. Her wiha bi hêzên navnetewî û welatên cuda re danustendin hatin zêdetirin. Li hemberî komkujiyên ku li herêma Sahil û Siweydayê pêk hatine, sîstema xweseriya demokratîk weke vebijêrka herî rast a çareseriyê hat dîtin û gelên van herêman daxwazên bi vî rengî pêşkêş kirin.

Rêveberiya Xweser, wekî çareseriya herî guncav pergala nenavendîbûnê pêşkêş dike û diparêz e. 

ANHA