Dîmenê talankirina xwezaya Kurdistanê

Birîn û talankirina daristan û wêrankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayek sîstematîk berdewam dike.

Dîmenê talankirina xwezaya Kurdistanê
23 îlon, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Kêste yê Berwara Bala yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, dîmenê ketiye destê Rojnewsê, nîşan dide ku gelek barhilgir û lorî yên dewleta Tirk, piştî ku li devereke berfireh hejmarek zêde ya daran dibirin, li barhilgiran bar dikin û di bin çavdêriya artêşa Tirk de dibin Tirkiyeyê.

Van dîmenan careke din aliyê tirsnak ê wêrankirina jîngehê nîşan da ku ji ber kiryarên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dijî xak û çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Çavdêr û parêzvanên jîngehê destnîşan dikin ku ev ne tenê birîna daristanane. Ev jenosîdeke jîngehê ya vekirî ye ku zererên bêveger dide herêm û çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê. Di heman demê de xelkê xwecihî yê herêmê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nikarin biçin ser cih, war û baxçeyên xwe.

Ev talankirin û dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê di demekê de tê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo peydakirina çareseriyek mayinde ya pirsgirêka Kurd bi rêya têkoşîna demokratîk û aştiyane birêve diçe, lewra tu hincetek ya polîtîkayên şer, wêrankirina jîngehê û dagirkirina Kurdistanê ji dewleta Tirk re nemaye.