Li Derayê mamosteyek hate kuştin

Mamosteyek li gundê Şeara yê Derayê ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê mamosteyek hate kuştin
26 îlon, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ANHA`yê ji çavkaniyên herêmî da zanîn ku li herêma El Lecat a Derayê mamoste Casim Semara El Semal (55) îro sibehê ji aliyê hinek kesên nenas ve li mala xwe hate gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

El Semal ji gundê Şeara yê herêma El Lecat a Derayê ye.

Tîmên Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin cihê bûyerê, canezeyê El Semal veguhast nexweşxaneyê û dest bi lêpirsînê kir.

(np)

ANHA