Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve

Piştî ku rejîma Baas hilweşiya, Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest bi pêvajoyeke nû kir, anku ji têkoşîna leşkerî zêdetir dest bi têkoşîna siyasî û demokratîk kir.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Ji berxwedana leşkerî ber bi avakirina siyaseta demokratîk ve
18 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Bi hilweşîna sîstema Baasê (8 Cotmehê 2024) di dîroka Sûriyeyê de pêvajoyeke siyasî ya nû dest pê kir. Li gorî hevsengiyên li herêmê li ser modela dewleta Sûriyeyê û siberoja rêvebirina wê dan û standin hatin kirin.

Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibata 2025`an dest bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bi pêvajoya aştiyê re pirsgirêka Kurd ji qada şer veguhezî qada siyasî û qanûnî. Berî salan girîngî didan şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û êrişa dewleta Tirk lê niha dê têkoşîn di aliyê siyasî û qanûnî de were meşandin.

PIŞTÎ HILWEŞÎNA BAASÊ PÊVAJOYA SIYASÎ Û ÎDARÎ

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve li gorî pêdiviyên pêvajoya nû li ser asta hundir û derve berê xwe da rê û rêbazên çareseriya demokratîk.

Ji hundir ve peymana 10`ê Adarê 2025`an a QSD`ê û hikumeta demkî hate îmzekirin. Di vê peymanê de bingeha diyalogê û entegrekirina demmokratîk a saziyên îdarî û leşkerî hate kirin . peymana 10`ê Adara ya 2025`an bû bingeha Peymana 29`ê Çileyê ya 2026`an.

Di vê pêvajoyê de Konferansê Yekitî û Yekhelwestiya Kurdan 26`ê Nîsanê 2025`an hate lidarxistin. Di konferansê de şandeyeke hevbeş a Kurdan hate avakirin.

Piştî wê konferansê Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8`ê Tebaxê 2025`an hate avakirin û nûnerên hemû pêkhateyan tev li konferansê bûn. Di konferansê de hate gotin divê dewleteke demokratîk a pirreng were avakirin û garantiya dayîna mafên hemû pêkhateyan hebe.

Li ser asta derve Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) xebata xwe ya dîplomatîk xurttir kir. Gelek caran hevdîtin bi Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Almanya, Brîtanya, Yekitiya Eweropayê (YE) û dewletên Ereban û yên herêmê re kirin.

Hemû pêkhateyên Sûriyeyê ketin pêvajoya siyasî û qanûnî û bi rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe dikin da ku hebûna wan di destûra Sûriyeyê de misoger be. Her wiha cihê xwe di saziyên dewletê de bigirin, bi hev re destûreke demokratîk a nenavendî, pirreng û wekheviya hemwelatîbûnê tê de hebe, binivîsin.

NAXWAZIN LI SÛRIYEYÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ DERKEVE

Ji ber gelek sedeman û di serî de destwerdana Tirkiyeyê ji Sûriyeyê re bû sedema ku şer biqewime. Piştî civîna li Parîsê hate lidarxistin, 6`ê Çile 2026`an êrişî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di civîna Parîsê de Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hikumeta demkî, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan amade bûn. Di civîna Parîsê de dawî li peymana 10` ê Adarê û 1`ê Nîsanê anîn û dest bi êrişê kirin. Di wê êrişê de taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan ber xwe. Hedef ji wê êrişê ew bû ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, dawî li sîstema Rêveberiya Xweser bînin û şerê navxweyî di navbera Kurd û Ereban de dest pê bike. Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji bo destûr nede vê yekê dan û standin ranewestandin û 29`ê Çileya 2026`an di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de peyman çêbû.

TEVGERA SIYASÎ YA KURD DI PÊVAJOYA XWE YA NÛ DE YE

Di pêvajoya nû de hêzên Kurdan li ser pêdiviya ya gelê Kurd bi yekitiyê hîn zêdetir nîqaş kirin. Gelê Kurd li Sûriyeyê hebûna xwe ya siyasî, qanûnî û îdarî diparêze û nabe ku di nîqaşên li ser destûrê, rêvebirina Sûriyeyê, hilbijartin, nûnertiya siyasî û mafê pêkhateyan were paşguhkirin. Rolê gelê Kurd tenê bi dosyayên leşkerî û ewlehiyê nayê sînordarkirin.

Serokê hikumeta demkî yê Sûriyeyê dema ku biryarnameya 13 derxist misoger kir ku gelê Kurd pêvajoya înkar û îmhayê derbas kir. Divê hikumeta demkî bêje ku li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk qanûnî û siyasî were çareserkirin.

Di bendên Biryarnameya 13`an de hatiye diyarkirin ku divê polîtîka jimariyê ya 1962 bi dawî bibe, mafên gelê Kurd ên hemwelatiyê werin dayîn û cinsiyeta Sûriyeyî bidin wan.

Gelek siyasetmedaran gotin biryarnameya 13 berhema têkoşîna gelê Kurd a bi sala ye. Gelê Kurd ji sedsala 20`emîn heyanî niha ji bo hebûna xwe ya siyasî, civakî, çandî û hwd têdikoş e. Di vê çaçoveyê de hêzên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dibêjin divê siberoja Sûriyeyê li ser bingehê pergala demokratîk ku garantiya mafên hemû netewe û pêkhateyên Sûriyeyê dike, were avakirin. Her wiha ji hikumeta demkî dixwazin ku di nivîsandina destûra Sûriyeyê de sûd ji tecrubeya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ku 13`ê Çileya sala 2023`yan derket, wergirin.

PEYMANA 29`Ê ÇILEYÊ YA 2026`AN

Peymana 29`ê Çileyê di dîplomasiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girîng e. Di çarçoveya peymanê de gelek civîn hatin lidarxistin û komîteyên ku dosyayên ewlehi, îdarî, xizmetguzarî, aobrî û perwerde bişopînin, hatin avakirin. Di pêk anîna peymana 29`ê Çile de divê cûdahiya herêmên Kurdî paşguh nekin.

Di pêvajoya pêkanîna peymanê de alayên leşkerî yên hatin avakirin, rêyên navneteweyî vebûn, koçberên Efrîn vegeriyan û niha amadekarî têne kirin ku koçberên Serêkaniyê vegerin warê xwe. Her wiha saziyên hikûmî û xizmetguzarî yên sekînîbû, hatin çalakirin. Hîna nakokî li ser hinek dosyayan mîna dosya YPJ`ê û makanîzmeyên rêxistinkirina saziyên leşkerî û îdarî didomin û çareser nebûne.

SAZIYÊN ROJAVA JI NÛ VE BI RÊXISTIN KIRIN

Di destpêka pêvajoya nû de Rêveberiya Xweser li gorî pêdiviyên pêvajoyê saziyên xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Di hinek saziyan de li gorî formuleke hevpar a bi hikumeta demkî re saziyên xwe yên sivîl û xizmetguzariyê vesaz kirin û berpirs û rêveberiyên nû hatin tayînkirin. Rêveberiya Xweser di pêvajoya vesazkirinê de hebûna jinan parast.

Ji bo qada fêrkirin û perwerdê Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî biryar da ku bawernameyên Rêveberiya Xweser nas bike. Her wiha gelê Rojava niha têdikoşe ji bo zimanê kurdî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê û di destûrê Sûriyeyê qanûnî zimanê kurdî hebe.

Têkildarî zanîngeh û peymangeh jî hîna Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî fermî bawernameyên peymangeh û zanîngehên Rêveberiya Xweser qebûl nekirine.

PÊVAJOYA MISOGERKIRINA HEDEFÊN ŞOREŞÊ DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ DE

Piştî hilweşîna sîstema Baasê bi ruxmî ku guheritnên siyasî û îdarî çêbûn lê hîna pirsgirêkên girîng û sereke çareser nebûne. Di serî de nivîsandina destûrê Sûriyeya demokratik . divê hemû Sûriyeyî bi edalet tev li pêvajoyê bibin, mafên jinan bidin, insiyatîfa herêman jî hebe, siberoja saziyên leşkerî û îdarî diyar bibe û cûdahiya herêmên Kurdan neyê paşguhkirin.

Di vê çarçoveyê de divê di destûrê Sûriyeyê de maf û azadiya netew û pêkhateyên Sûriyeyê werin misogerkirin. Sûriyeyê li ser modêla rêveberiya nenavendî bi rêve bibin.

Bi vê yekê re dê destkeftiyên şoreşa Rojava (Şoreşa 19`ê Tîrmehê) û fedakariya bi hezaran şehîdên parastina nirxên azadî û rûmetê kirine, werin parastin, qanûnî û di destûrê Sûriyeyê de hebûna gelê Kurd hebe û mafên wan misoger bibin.

(np)

ANHA