KJAR: Agahî ji Zehra û Perwînê nîn in, berpirsiyar rejîma Îranê ye

KJAR’ê ragihand ku endamên wan Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş ên ku li Urmiyeyê di Tîrmehê de hatibûn girtin, ev nêzî 3 mehan e agahî ji wan nayê girtin.

KJAR: Agahî ji Zehra û Perwînê nîn in, berpirsiyar rejîma Îranê ye
26 îlon, 2026   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 endamên wê yên bi navên Zehra Pîrdehqan (Dîcle Makû) û Perwîn Rasiq Qizilbaş (Adar Makî) ku li Urmiyeyê xebatên sivîl û birêxistinikirina jinan dimeşandin, di Tîrmehê (2026) de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin û ev nêzî 3 mehan e tu agahî têkildarî wan nayên wergirtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî derbasbûna nêzî 3 mehan jî, der barê rewşa tenduristî û cihê ragirtina wan de tu agahî negihaştine malbatan.

KJAR’ê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ji bo ku êdî malbat li Zehra û Perwînê nepirsin, zextê li malbatan dikin.

KJAR’ê Komara Îslamî ya Îranê berpirsyariya jiyan û tenduristiya her du jinan nîşan da û daxwaz kir ku cihê ragirtina wan bi lezgînî bê aşkerakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de KJAR’ê bang li saziyên navneteweyî yên parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan kir ku li hember vê windakirina bi darê zorê bê deng nemînin.