Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Encamên teqez ên hilbijartinên parlamentoyê yên hefteya borî yên li Rûsyayê hatin eşkerekirin. Partiya Rûsyaya Yekbûyî ya Vladimir Putîn, li Dûmaya ku ji 450 kursî pêk tê 349 kursî bi dest xistin.

Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin
25 îlon, 2026   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di hilbijartinên Rûsyayê de partiya Rûsyaya Yekbûyî bi qezenckirina 349 kursiyan rekoreke nû şikand û 343 kursî bi dest xist.

Ji partiyên din Partiya Komunîst 37, LDPR 23, Mirovên Nû 19, Rûsyaya Adil 17 û Rodina jî kursiyek bi dest xistin. Çar kursî jî bûn yên berendamên serbixwe.

Hilbijartin di heman demê de li herêmên Ûkraynayê yên ku di bin kontrola Rûsyayê de ne û hatine ilhaqkirin de jî hatin kirin. Rê nehat dan ku Partiya Yabloko ya ku bi eşkereyî li dijî şer derdikeve tevlî hilbijartinê bibe. Yekitiya Ewropayê (YE) jî hilbijartin rexne kirin.

Rojnameya Novaya Gazeta Europe ku li derveyî welat dixebite, diyar kir ku di hilbijartinan de îdiayên zext û sextekariyê hene. Ev îdîa bi encamên fermî yên ku rayedarên Rûsya eşkere kirine re nakok in.

Di hilbijartinan de 46 kesên ku tevlî şerê Ukraynayê bûne ku hin ji wan gaziyên şer in bûne wekîl. Ji van 41 kes endamên Rûsyaya Yekbûyî ne.

Berdevkê Kremlinê Peskov karkirina gaziyên şer di parlamentoyê de erênî pêşwazî kir. Putîn jî berê gotibû ku divê bijareya siyasî ya nû ya Rûsyayê ji gaziyên şer pêk bê.