Pentagon: Bi sedan leşkerên Amerîkî  di şerê bi Îranê re birîndar bûne

Wezareta Şer ya Amerîkayê eşker kir hejmara leşkerên Amerîka yên ji despêka şerê li gel Îranê ve birîndar bûne, gihiştiye 861 leşkeran.

Pentagon: Bi sedan leşkerên Amerîkî  di şerê bi Îranê re birîndar bûne
26 îlon, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên nû yên Wezareta Şer ya Amerîka (Pentagon) belav kirine, hejmara leşkerên Amerîkî yên ji despêka operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ve birîndar bûne, gihiştine 861 kesan.

Her wiha hatiye diyarkirin di navbera 28’ê Sibata 2026’an ta 5’ê Gulana 2026’an de, 14 leşkerên Amerîkayê di encama êrişên Îranê de hatine kuştin.

Amerîka û Îsraîlê di 28’ê Sibata 2026’an de li dijî Îranê şer ragihandin û dest bi êrişan kirin. Tevî îmzekirina lihevkirinê ya ji bo rawestandina şer, lê Amerîkayê di meha Tîrmehê de carek din bi hinceta binpêkirina mercên li Tengava Hurmizê dest bi êrişên li ser Îranê kir.

ANHA