Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê

Rojnamegeriya kurdî ji weşandina rojnameya kurdî ya yekemîn ve dikeve sala xwe ya 128ˊan. Gelo rojnamegeriya kurdî ji zehmetî û êşên pirsgirêka kurdî re çi qas bû bersiv? Di vê qonaxê de, rola rojnamevan û dezgehên çapemeniyê di pêşxistina yekkirina xîtaba medyayê de ji bo xurtkirina hebûna xwe di nêzîkatiyeke berfirehtir a pirsgirêka Kurd de pir girîng e.

Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
Dîrok û rastiya rojnamegeriya kurdî; bangên nûkirin û yekbûnê
20 nîsan, 2026   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Bi derketina pêwîstiya pevguhertina agahiyan re ji bo pêkanîna ragihandina di navbera mirovan û girseyan de, rojnamegerî wek şêweyekî ragihandin û peywendiyê derket holê. Ev şêwe, bi îcadkirina alavên çapkirinê û heya vê serdema rojnameya elektronîk a ku bi hişê çêkirî tê piştgirîkirin, bi pêş ket û bû ragihandina girseyî. Dikare were gotin ku ragihandin bi gihaştina serdema çapxaneyan re gelekî bi pêş ket.

Rojnamegeriya kurdî, her çend di sedsala 19'an de bi hevrûkirina yên din re dereng derketibe jî, di parastina ziman, çand û nasnameya kurdî de roleke mezin lîst.

Rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Komas Şehbazî, di hevpeyvîna li gel ajansa me de hemfikiriya xwe bi vê yekê re diyar kir. Şehbazî diyar kir ku pêkanîna vê erkê divê bi berpirsyariyeke mezintir re be, ji bo ku pêşî li hemû hewldanên asîmîlasyon û tunekirina ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye, bê girtin.

ÇIMA 22'YÊ NÎSANÊ?

22'yê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye hilbijartin. Ev roj salvegera damezirandina rojnameya kurdî ya yekemîn "Kurdistan" e ku di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê ya paytexta Misirê ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve hatiye weşandin.

Di çapa yekem a rojnameya Kurdistan de ev hate parvekirin: "Ez vê rojnameyê derdixim da ku giringî û hezkirina fêrbûnê di dilê gelê xwe de bi cih bikim û ji bo ku derfetê bidim gel ku bi şaristaniya serdemê û pêşketina wê, her wiha bi edebiyata wê re nas bibin. Ez ji vê rojnameyê tu tiştî ji bilî bextewarî û pêşketina gelê xwe naxwazim.”

Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê Prof. Azad Hemed Emîn li ser vê yekê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku berpirsyariya temamkirina mîsyona rojnamegeriya kurdî ku ji Qahîreyê hatibû destpêkirin, zêde bûye, nemaze bi êrişên dawîn û dorpêça li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava re ku “armanc dikin ku destkeftiyên gelê Kurd û şaristaniya wan têk bibin.”

QONAXÊN DÎROKÎ

Rojnameya Kurdistan destpêk bû. Piştî wê, gelek rojname û kovarên kurdî hatin weşandin ku heta îro jî didomin. Yek ji wan yên herî navdar kovara Hawar e. Celadet Bedirxan di sala 1932'yan de li Şamê Hawar bi kurdî û bi tîpên latînî derxist. Vê kovarê di danasîna rêzimana kurdî de şoreşek çêkir.

Vê yekê bi rengekî mezin alîkariya bilindbûna çand û edebiyata kurdî kir. Di heman demê de, ev kovar bû platformek ku li dijî siyaseta jiholêrakirinê ya ku ji aliyê rejîmên despotîk ên dagirker ên Kurdistanê ve tên bikaranîn, di warê şerê derûnî de bi amûrên ragihandinê re raweste.

Piştî salên dirêj ên rawestan û bêdengiyê, tevgera azadiya Kurdistanê di warê medyayê de gaveke mezin avêt. Di sala 1986'an de, ev tevger bi piştgirîkirina perwerdekirina xebatkarên çapemeniyê kovara Dengê Kurdistanê bi erebî weşand.

Heta dema kanala Med TV’yê di sala 1995'an de li paytexta Belçîkayê Brukselê ku wek kanala peykî ya kurdî ya yekemîn tê hesibandin, li seranserê cîhanê weşan kir û pirsgirêka gelê Kurd li seranserê Kurdistanê ronî kir, rê li ber vekirina bi sedan kanalan vekir.

Vê mîrateya çapemeniyê roleke mezin di misogerkirina nasnameya kurdî de lîstiye. Pirsa niha jî ev e ku gelo vê mîrateyê kariye bingehekê ava bike ku stratejiyeke yekitiya kurdî ya berfireh li ser were avakirin ku ji sînorên erdnîgarî derbas bibe?

‘ÇAPEMENÎ DI BIN DESTÊ ZÎHNIYETÊN PARTÎZAN DE YE’

Rojnamevan Komas Şehbazî dibêje piraniya medyaya kurdî hê jî bi partiyên siyasî ve girêdayî ye. Ev yek jî li gorî aqilê partiyan tê kirin, ne li gorî berjewendiyên giştî yên Kurdistanê.

Taha Xelîl ku rojnamevanekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên ku pêşveçûna rojnamegeriya kurdî sînordar dikin, xistina aşkera ya îdeolojiyê di formatên nûçeyan de ye. Ev fikara ji bo demokrasiya berdest û hilberîna berhemên rewşenbîrî yên ku guhertinê teşwîq dikin, sînordar dike.

Rojnamevan Serdar Altan ê ji Bakurê Kurdistanê jî li ser vê mijarê diyar kir ku pirsgirêkeke bingehîn di veguhadtina dengê gelê Kurd bi rêya çapemeniyê bo forum û civînên navneteweyî heye, ev qelsbûn jî hem di aliyê rewşenbîrî hem jî teknîk de ye.

Serdar Altan got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina mafan têkoşîneke dirêj da destpêkirin. Rastiya vê têkoşînê ji aliyê civaka navneteweyî ve nehatiye naskirin. Dikare were gotin ku sedema sereke ya vê yekê qelsiya rojnamegeriya kurdî di nîşandana rastiya vê têkoşînê de ye.”

YEKITIYA LÊVEGERÊ YA ROJNAMEGERIYA KURDÎ

Der barê yekitiya rojnamegeriya kurdî de, Komas Şehbazî dibêjê divê hemû sendîkayên rojnamevanan ên li çar parçeyên Kurdistanê hatine damezirandin, konferanseke berfireh û giştî li dar bixin. Ev konferans divê mîna wan hewldanan be ku ji bo lidarxistina konferanseke neteweyî ya berfireh a Kurd ji bo partiyan hatiye kirin. Armanca vê konferansê ew e ku hemû dezgehên medyayê yên kurdî hembêz bike, da ku gotin û siyasetê bikin yek û berjewendiya giştî bidin pêşiyê. Her wiha, divê ev konferans cihekî berfirehtir ji bo rojnamevan, nivîskar û xelkên herêmî yên Kurd peyda bike da ku ew bi awayekî azadtir bifikirin, mafên xwe bi dest bixin û di eniyên şerê taybet de têkoşînê bikin.

Rojnamevan Serdar Altân jî bi vê ramanê re hemfikir e û diyar dike ku divê di navbera hemû nûnerên rojnamevanên Kurd de nîqaş bêne vekirin. Armanc ew e ku pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin û bi yekkirina refan re "referansek ji bo rojnamegeriya kurdî" were avakirin.

Azad Hemed Emîn dibêje ku ji 28 salan ve, ji dema ku li Başûrê Kurdistanê yekem sendîkaya rojnamevanên Kurd hate damezirandin, hewldan hebûn ku rojnamegeriya kurdî wekî berpirsyariyeke exlaqî bikin yek. Ev hewldan heta îro jî didomin. Sendîkayê plan kiriye ku referansa rojnamegeriya kurdî bike yek da ku xizmeta civakê bike. Lê mixabin, ev hewldan li ser nakokiyên siyasî yên gelek partiyan disekine û têk diçin.

Taha Xelîl destnîşan kir ku nakokiyên di navbera aliyan de rewşeke xwezayî ne û divê hebin, ji ber ku ew astengiyeke xwezayî pêk tînin, bi şertê ku nakokî û nerazîbûn ji çarçoveya berjewendiya giştî ya Kurd dernekevin, di heman demê de têgehên rêzgirtina cudahiyên din jî di nava xwe de bigirin.

NEBÛNA NAVENDÊN LÊKOLÎNÊ

Gelek lêkolînerên di warên medya û çapemeniyê de destnîşan kir ku di warê rojnamegeriya kurdî de navendên lêkolînên ragihandinê yên ku roleke girîng di weşandina lêkolînên bêalî yên pispor ên warên pêşkeftina medyayê de dilîzin, tune ne.

Lêkolîneran got: "Bi pejirandina analîza naverokê, têgihîştina temaşevanan, pêşxistina performansa profesyonel û teknîk li gorî nirxandinên rast, şopandina şaşiyan, pêşniyarkirina çareseriyan, pejirandina rojnamegeriya çareseriyan û entegrekirina teknolojiyên nûjen, çapemenî dikare bersivê bide guhertinên civakî û siyasî.”

Li ser vê xalê, rojnamevan Taha Xelîl got damezirandina her saziyeke lêkolînê serweriyê hewce dike, da ku misoger bibe ku feydeyên lêkolînê dûrî destwerdana derveyî ya ku naveroka rastîn tahrîf dike, werin bidestxistin. Li hin deverên Kurdistanê ev şert hîn nehatiye bicihanîn.

JI ROJNAMEVANÊN KURD ÇI TÊ XWESTIN?

Rojnamevan Komas Şehbazî di bersiva pirsa “ka di vê qonaxê de ji rojnamevanên Kurd çi tê xwestin?” de wiha got: "Di destpêkê de, ji rojnamevanên Kurd tê xwestin ku li ser naskirina hemû çandên ku civaka wan temsîl dikin, wekî Kurmanc, Soran, Kirmanc û yên din, bixebite. Bêyî ku hûrgiliyên herî biçûk ên ku van koman eleqedar dikin bizanin, ne pêkan e ku mirov li ser nîşandana rastiya civakê bixebite.”

Taha Xelîl anî ziman ku tiştê pêwîst, ne ew e ku rojnamevan bêalî be, lê belê ew e ku li kêleka gelê Kurd bisekine û rastiya rastîn a ezmûna gelên herêmê nîşan bide, nemaze di warê asta azadiya jinan û çandên dewlemend de. Ji ber ku ew di asta propagandaya gerdûnî de nehatine hesibandin.

Şehbazî jî dibêje: "Divê rojnamevanên Kurd asta xwe bilind bikin. Ew hewce ne ku bi çend zimanan baş bizanin. Her wiha divê ew li gorî mentiqa civaka kurdî bifikirin û nekevin bin bandora derve. Wê demê ew dikarin li dijî kampanyayên xirab têkoşînê bikin.”

Her çi qas rojnamevan Serdar Altan dibîne ku gelê Kurd niha piştrast e ku ew ê dev ji daxwazên xwe yên ji bo naskirin û mafan bernede, li kêleka bidestxistina yekitiya Kurdan, rojnamegeriya kurdî divê van daxwazan bi perspektîfa çapemeniyeke çareser-navendî binêre ku rêyên derketinê ji hemû astengiyên ku li pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd radiwestin bibîne.

(ac/fr)

ANHA