Li Humsê kêlên goristanekê hatin xirabkirin

Kêlên gorên goristana Til El Nesir a bajarê Humsê ji aliyê kesên nenas ve hatin xirabkirin. Li hemberî vê yekê nerazîbûn hatin nîşandan û banga parastina goran û lêkolînkirina bûyerê li aliyên têkildar hatin kirin.

Li Humsê kêlên goristanekê hatin xirabkirin
26 îlon, 2026   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya dijîal dîmenê xirabkirina kêlên gorên goristana Til El Nesir a bakurê rojavayê taxa Beleba ya bajarê Humsê weşand.

Ji dîmenê ku bi awayekî berfireh belav bûye, şêniyek dîmenê xirabkirina gora bavê xwe û şikandina kêlên gorên din vedibêje. Şênî diyar dike ku dema şêniyan gorên miriyên xwe ziyaret dikirin matmayî man ku hejmarek gor hatine xirabkirin. Şênî pirsa gardiyanê goristanê kir ku çawa destûr daye bi goran were lîstin.

Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku bûyerê ronî bike û berpirsên xirabkirinê diyar bike, ji bo rêgirtina li ber xirabkirina goristanê tedbîrên pêwîst bigirin.

Kesên ku goristan xirab kirine hîne nehatin naskirin.

(bb)