Alîkariya darayî ya Hevpeymana Navneteweyî  bo Pêşmergeyan bi dawî bû

Alîkariyên darayî yên Hevpeymana Navneteweyî ya ji bo hêzên Pêşmerge rawestiyan. Wezareta Pêşmerge jî ji hikûmeta federal dixwaze ku mûçeyên Pêşmergeyan bi yên hêzên Iraqî re wekhev bike.

Alîkariya darayî ya Hevpeymana Navneteweyî  bo Pêşmergeyan bi dawî bû
26 îlon, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sadiq, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand ku peymana têgihiştinê ya di navbera her du aliyan de ku di 21’ê Îlona 2022’an de destpê kiribû û çar sal dom dikir, bi dawî bûye.

Bextiyar got ku alîkariya darayî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo mehên Tebax û Îlona 2026’an ku roja Pêncşema borî (24ê Îlonê) hatibû belavkirin, li gorî peymanê beşa dawî ya pereyan bû.

Li hemberî vê guhertinê, Wezareta Pêşmerge ji hikûmeta federal a Iraqê xwestiye ku bi rêya bilindkirina mûçeyên Pêşmergeyan heta asta mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê, cihê van alîkariyên rawestiyayî tije bike.