Di sala 2025`an de çi qewimî: Çand, huner û wêje

Xebatên çand, huner û wêjeyê bi 32 klîp, 2 berhemên amûrjenî, 3 belgefîlm, 12 berhemên dengbêjiyê, 12 stran, 5 xebatên wêjeyî, 23 mîhrîcan, 5 pêşangehên hunerî, 3 pirtûkxane, 2 bernameyên perwerdeyê û çapkirina sedan pirtûkan li herêmên xweser rengê xwe da sala 2025’an.

Di sala 2025`an de çi qewimî: Çand, huner û wêje
28 kanûn, 2025   06:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê sala 2025`an ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve dagirtî derbas bû. Sazî, navend û tevgerên çand, huner û wêjeyê bi bernameyên cur bi cur renginiyek xist nava salê. 

MUZÎK

Navenda Lêkolîn û Belgekirinê ya Pargîn di nava salê de bi dengê Dengbêj Qasimê Şero 12 berhemên dengbêjiyê (Kankinê, Here Xwe Megir, Rewşenê, Melko, Her Holê, Bêrute Binefşo, Bêrute Hey Lawê, Bêrute Baranê, Bêrute Tu Rabe, Bêrute Dunyayê, Bêrute Barank Wa Di Barî, Bêrute Rim Hilanî) weşandin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), ji 7’ê Çileyê heta 13 Kanûnê 24 stran û klîb çêkirin û weşandin. 

Yek ji van klîban a bi navê “Oxir be” 25`ê Gulanê ji bo bibîranîna nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan ku 19’ê Kanûna 2024’an di êrîşa balafirek  dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hat çêkirin.

Di navbera 24’ê Çile û 17’ê Îlonê de Hunergeha Welat 10 stran, klîb û berhemên amurjehî amade kirin û weşandin. Berhema herî zêde bal kişand klîba bi navê “Evîna Derwêşê Evdî” ku 31`ê Tîrmehê hat weşandin bû. Her wiha klîba  bi navê “Bendava Me Ye” ku di dema êrişên dewleta Tirk de, li ser Bendava Tişrînê  hatibû amadekirin û 9’ê Sibatê hat weşandin, bandorek ava kir.

Ji Sibatê heta Cotmehê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Studiyuyaya Mizgîn û Sîne-Jin Rojava 9 stran û kilîp derxistin. Ji wan kilîpa “Jina Sûriyeyê” a ku têkoşîna jinan vedibêje û “Tol” a têkoşîna li hemberî zîhniyeta zilamsalarî vedibêje, derketin pêş.

Ji 4`ê Hezîranê heta 19`ê Tebaxê Navenda Lêkolîn û Belgekirinê ya Pargîn 3 kilîp û stran derxistin. Herî zêde kilîpa “Stîyên Xweristî” derket pêş.

PÊŞANGEH Û SEMPOZYUM

Ji 20`ê Sibatê heta 1`ê Cotmehê 5 pêşangehên wêne û şêwekariyê hatin vekirin. Pêşangeha ku di roja 44`an a çalakiya nobedariya ya li ser Bendava Tişrînê de li ser bendavê hatibû vekirin û wêneyên 24 şehîdên berxwedanê hatibûn pêşandan, bandorek mezin ava kir.

MÛZEXANEYA SÛCÊN DAIŞ`Ê

9`ê Hezîranê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Reqayê mûzexaneya bi navê "Bîranînên Nayên Jibîrkirin" vekir. Di muzexaneyê de wêne û amûrên ku sûcên çeteyên DAIŞ`ê nîşan didin, hatine nîşandan.

BELGEFÎLM

Navneda Lêkolîn û Belgekirinê ya Pargîn di vê salê de çêkirina belgefîlmên girêdayî kevneşopî û çanda herêmê dewam kir. Di encama van xebatan de 3 belgefîlmên bi navên “Îsre û Kiwar”, “Destar” û “Conî” weşandin.

PIRTÛKXANE

Di Adar, Îlon, Mijdar û Cotmehê de li bajarên Reqayê, Qamişlo, Tirbespiyê û Hesekê 4 pirtûkxane û navendek çandê hatin vekirin. Pirtûkxaneya ku li bajarê Qamişlo bi navê Şilêr hatiye vekirin, yek ji pirtûkxaneyên herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Navenda Çandê ya li Hesekê hatiye vekirin jî, bi xebatên xwe yên li ser çanda Ermeniyan balê dikişîne.

MÎHRÎCAN

Di Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li bajarên Qamişlo, Hesekê, Rimêlan, Amûdê, Reqa, Tebqa, Kobanê, û Helebê (Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) TEV-ÇAND û komînên girêdayî wê (Şano, Muzîk û Govend), desteyên çandê yên kantonan, Zanîngeha Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Komeleya Çandî ya Suryanî, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Yekpar 23 mîhrîcanên çand û hunerê li dar xistin.

7`emîn Festîvala Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol (27 Adar - 11 Nîsan/Qamişlo), Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan (25-30 Gulan/Qamişlo), 7`emîn Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer (15-17 Îlon/Qamişlo), 6`emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir (11-13 Cotmeh/Kobanê), 2`emîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk (29 Cotmeh/Amûdê) û 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Naventeweyî ya Rojava (13-20 Mijdar/Qamişlo) bi tevlîbûnên ji parçeyên din ên Kurdistanê û welatên cuda rengîn derbas bûn.

PÊŞBIRK Û PÊŞANGEH

Di sala 2025`an de xebatên wêjeyê jî derketin pêş. Di nava salê de bernameyên wekî Hefteya Wêjeyê, Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê, Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an û 9`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî, bûn rojevên girîng.

BERHEMÊN NIVÎSKÎ

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku berhemên nivîskaran dinirxîne û biryara weşandina wan dide, di nava salê de ji 104 pirtûkan 56 erê kirine.

Weşanxaneyên bi navê; Weşanên Şilêr, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Ava, Mezepotamya, Neqiş, Eyqûna, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 115 pirtûk çap kirin.

PERWERDE

TEV-ÇAND`ê ji bo zarokan bernameya “Zarhunera Havînê” organîze kir, xebata ku wekî perwerde hate plankirin li 10 navendên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin meşandin. Zarokan li ser beşên şanor, wênexêzî û muzîkê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Sine Jin Rojava li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya gihandina sînemageriyên pêşerojê organîze kir û 20 jin tevlî bûn.

(a)

ANHA