Şerê DYA-Îranê rêyên danûstandinê vedike û ewlekariya Kendavê ji nû ve saz dike

Medyaya Erebî  îro bandorên şerekî muhtemel ê DYA-Îranê û geşedanên li ser Tengava Hurmuzê, ewlehiya Kendavê û rêyên danûstandinê, her wiha pêşbaziya DYA-Çînê nirixandin.

Şerê DYA-Îranê rêyên danûstandinê vedike û ewlekariya Kendavê ji nû ve saz dike
26 îlon, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bandorên şerekî li ser Îranê û guhertinên di rêziknameya navneteweyî de mijarên herî berbiçav bûn di nivîsên medyaya Erebî de.

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Vebûneke Gengaz... Berî ku Kongres Nû Bibe" weşand, ku tê de pêşniyara Îranê ya vekirina Tengava Hurmuzê di nav heft rojan de li hember ji nû ve destpêkirina danûstandinên berfirehtir bi Washingtonê re nîqaş kir.

Di bin sernavê "Amerîka û Îran... Reqseke tango ji bo Rîtmek Bêdeng", gotarek di rojnameya El Şerq El Ewset de şerê DYA-Îranê ji aliyên siyasî, aborî û dîrokî ve nirxand.

Di gotarê de  zextên ku şer li ser herdu aliyan kiriye, hesabên Trump ên têkildarî hilbijartinên navîn, paşxaneya dîrokî ya dijminatiya Îran-Amerîka û bandorên pevçûnê li ser dewletên Kendavê û Tengava Hurmuzê hat nirxandin.

Rojnameya Behrêynî Al Ayam gotarek bi sernavê "Yên Bi Hêz û Xurttir" weşand, ku tê de behsa aloziyên zêde û êrişên li ser dewletên Kendavê, binesaziya girîng û rêyên enerjiyê dikin kir.

Gotarê van bûyeran bi polîtîkayên ewlehiyê yên Îranê yên li hember herêmê ve girêda û bal kişand ser bandorên şer li ser ewlehî û aramiya Kendavê.

VEGUHERÎNÊN NAVNETEWEYÎ Û KRÎZA SÎSTEMA CÎHANÎ

Di beşek din de, rojnameya El Nahar, di gotarek bi sernavê "Çîn û Şerê Îranê... Avdanek Amerîkî ku Ji Trump Wêdetir Diçe?" de, bandora şer li ser hevsengiya hêzê di navbera Washington û Pekînê de lêkolîn kir. rojnameyê encamên kêmkirina çavkanî û cebilxaneya Amerîkî  û her weha xetereyên têkildarî astengiyên trafîka deryayî û enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê ve girêda.

Rojnameya Independent Arabia di gotareke bi sernavê "Lîstika Hêzên Mezin li Derveyî Neteweyên Yekbûyî" de behsa xwezaya pêşbaziya Amerîka-Çînê kir û destnîşan kir ku beşek girîng ji biryarên navneteweyî li derveyî holên Neteweyên Yekbûyî pêk tê û têkiliya di navbera Washington û Pekînê de "pêşbazî, nakokî û şêweyên têgihîştinê" dihewîne.

Rojnameya El Ehram her wiha di gotareke bi sernavê "10 Peyamên Misrî li ser Pirsgirêkên Herêmî û Cîhanî" de behsa mijarên herî girîng ên ku di tevgerên Misrî de di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hebûn, kir, ku di nav wan de mijara Filistînê û mijarên din ên herêmî û navneteweyî hebûn.

(k)

ANHA