Cotkarên Holê rêbazên çandiniya nûjen bi kar tînin

Cotkarên Holê, mîna çandiniya sera, berê xwe didin çandiniya sergirtî ku şitil werin parastin û hilberînên wan zû li sûkan werin firotin.

Cotkarên Holê rêbazên çandiniya nûjen bi kar tînin
4 nîsan, 2025   06:05
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Cotkarên gundewarê Holê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên çandina sebzeyên havînê didomînin û xwe dispêrinên çandiniya nûjen, da ku hilberîneke lezin û kalîteyeke baş bi dest bixin.

RÊBAZÊN ÇANDIYA KU HILBERÎNA ZÛ MISOGER DIKE

Têkildarî mijarê, cotkar Mihemed El Esed diyar kir ku ji bo çandina sebzeyên havînê cotkar xwe dispêrên gelek qonaxên lêkolînkirî. Cotkar ji destpêka Sibatê ve tovan di odeyeke girtî ya germahiya 35 pile de diçînin û heta 20 rojan ku ew tov dibin şitlên biçûk dimîne.

Piştre cotkar wan şitlan di serayan de diçînin û heta dawiya Nîsanê dimînin û piştre tiştên şitil pê hatine pêşandin tên rakirin ku tavê lê bide û bigihê.

Hin cotkar jî yekser tovan di erdê de diçînin û bi blastîkê dipêçin ku zû bigihê û ji guherînên avhewayê were parastin.

Mihemed El Esed diyar kir ku ev rêbaz xwedî gelek sûdwariyan e. Ji wan sûdan di demeke kurt de şitil tên gihandin û hilbirîna wan zû li sûkan tên firotin, li aliyekî din jî lêçûna veguhastina şitlan û çandina wan li zeviyan tê qezenckirin.

CiHÊRENGiYA ÇANDINIYÊ Û MEKANÎZMAYÊN AVDANÊ

Cotkarên Holê girîngiyê didin hejmarek ji sebzeyên havînê yên bingehîn, weke firingî, xiyar, bacanê reş, kose û bamî.

Der barê avdanê de, cotkar xwe dispêre sîstema avdanê ya dilopan. Ev sîstem jî dihêle av zêde nerije.

Esed wiha domand. "Piranî cotkarên Holê ji bo avdana çandiniyê xwe dispêrin pergala enerjiya tavê. Ji ber ku mazot bi zehmetî tê peydakirin."

KÊŞEYÊN RÛBIRÛYÎ COTKARAN

Tevî serketina van rêbazan, lê cotkar rûbirûyî gelek kêşeyan in. Ji wan kêşeyan lêçûna tov, semad û dermanan. Ew jî barê cotkaran zêde dike.

HÊVIYÊN MEWSIMEKE SERKEFTÎ

Cotkarên Holê hêvî kir ku ev rêbazên çandiniyê mewsimeke baş bînin da ku lêçûnên xwe tawîz bikin. Her wiha cotkar hêvî kir ku aliyên têkildar ji wan re pêdiviyên çandiniyê bi bihayeke guncaw peyda bikin û kirîn û firotin li sûkan îstîqrar be.

(fr)

ANHA