Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xaleke girîng bû. Herêm ji qonaxa xwepêşandan û şer derbasî Rêveberiya Xweser bû ku ji aliyê gelê herêmê ve hat birêvebirin. Piştî vê yekê rêzeêrişên leşkerî yên demdirêj ji aliyê artêşa Tirk, çeteyên DAIŞ`ê û yên din ve hatin destpêkirin. Tevî van êrişan jî, Rêveberiya Xweser berdewam kir û saziyên xwe ava kirin, berfireh kirin û di nav zehmetiyên berdewam de di 10 salên borî de bû yek ji ezmûnên siyasî û rêveberiyê yên herî berbiçav ên Sûriyeyê.

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê; meşa rizgarkirin û ji nû ve avakirinê
17 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya 2012`an ne bûyereke ji nişka ve bû. Ew encama xebata siyasî û civakî û rêxistinê ya bi salan bû. Çend meh berî destpêkirina wê têkoşer Kemal Hisên di 26`ê Adara 201`2an de, di kemîneke hêzên rejîma Baasê de şehîd bû û bû şehîdê yekem ê şoreşê.

Di 19‘ê Tîrmeha 2012’an de, li bajarê Kobanê bûyera yekem a şoreşê dest pê kir, dema ku şêniyên bajêr hebûna saziyên rejîma Baas a berê li bajêr bi dawî kir. Ev yek destpêka qonaxeke nû bû ku tê de rêveberiya bajêr radestî gelê wê hat kirin, di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat damezirandin da ku erka parastina herêmê û parastina destkeftiyên şoreşê pêk bîne.

Di nava çend rojan de, şoreş li bajar û bajarokên din belav bû. Gelê Efrînê roja din bajarê xwe rizgar kir, piştre di 9`ê Mijdarê de xelkê Amûdê û Dirbêsiyê û dûre di 10’ê Mijdarê de Til Temer rizgar kir. Rizgarkirin hêdî hêdî berfireh bû û Dêrik, Girkê Legê, Celaxa, Tirbespiyê, Rimêlan, taxên Kurdan ên bajarê Hesekê û piraniya bajar û bajarokên Hesekê jî hatin rizgarkirin. Bi vî awayî hebûna rejîma Baas a berê di çend herêmên ewlehiyê yên li bajarên Hesekê û Qamişlo ve sînordar bû.

Dengê şoreşê gihaşt taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan ên Helebê û taxa Zorava ya li Şamê jî ku şêniyên wê li ser bingeha parastinê xwe bi rêxistin kir. Di heman demê de bi operasyonên rizgarkirinê re, pêvajoya avakirina saziyên sivîl ji bo birêvebirina kar û barên welatiyan dest pê kir. Meclisên gel û saziyên xizmetguzarî, aborî û ewlehiyê hatin avakirin, da ku modeleke îdarî ya nû bi navê Rêveberiya Xweser ava bikin, bi beşdariya pêkhateyên cuda ên herêmê.

DESTPÊKA ÊRIŞAN

Her ku şoreş berfireh bû, çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrişan li ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di 8‘ê Mijdara 2012`an de, Cebhet El Nusra û bi dehan komên din ên ku xwe wek "Artêşa Azad" bi nav dikir, yekem êrişa xwe ya mezin li ser bajarê Serêkaniye da destpêkirin. Bajar kete nav şerên ku çend mehan, di wan şeran de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 17`ê Tîrmeha 2013`an de bajar bi tevahî ji van koman rizgar kir.

Di heman demê de, deverên li başûrê Çilaxa û Qamişloyê rastî rêzeêrişan ji hêla heman koman ve hatin. Lê hêzên ku ji şêniyên herêmî pêk dihatin ev êriş paşve xistin û herêm parast, di heman demê de rizgarkirina bajar û bajarokên mayî berdewam kir.

Di heman salê de (2013) pêşketinên girîng ên leşkerî û siyasî çêbûn, bi taybetî damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4`ê Nîsanê de ku yekem hêza leşkerî ya jinan a birêxistinkirî li herêmê bû. Piştî vê yekê, seferberiyeke giştî li hember êrişên komên çekdar hat ragihandin û bajarên Zirgan û Til Koçer hatin rizgarkirin, her wiha hemleyên leşkerî ji bo ewlekirina hemû deverên Rojava pêk hat.

Êriş ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve çûn ku di sala 2012`an de bi êrişên rejîma Baasê dest pê kir û piştre di sala 2013`an de êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk pêk hatin. Berxwedana dîrokî ya şêniyên her du taxan, heta dawiya sala 2016`an dom kir û di encamê de her du tax û taxên rojhilatê Helebê hatin rizgarkirin.

KOBANÊ ÇARENÛSA ŞER GUHERAND

2‘yê Tîrmehê 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir û 15`ê Îlonê jî êriş berfirehtir bû. Di êrişa 15`ê Îlonê de hemû cureyên çekên giran, navîn û sivik dane bikaranîn.

Rêber Abdullah Ocalan 19`ê Îlonê banga serferberiyê li gelê Kurd kir û got “Ketina Kobanê ketina Kurdistanê ye, divê gelê Kurd li gorî vê tev bigere”. Gelê Kurd û bi taybet jin û ciwan ji tevahiya Kurdistanê û Ewropayê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan berê xwe da Kobanê.

Li Kobanê şer û berxwedana gelê Kurd li hember çeteyên DAIŞ`ê bala tevahiya cîhanê kişand. Jin û mêrên Kurd li hember DAIŞ`ê serî netewand û hemû şert û mercên zehmet ên şer tehemul kirin. Bi sedan şehîd, birîndar û şervan li Kobanê xwîna xwe rijand û Kobanê parast. Piştî berxwedanê koalîsyonê bi şervanên Kurd re li dijî çeteyên DAIŞ`ê hevkarî kir.

26‘ê Çileyê bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû û ew cara yekemîn bû ku çeteyên DAIŞ`ê têk diçûn û li Kobanê bi bin ketin.

JI PARASTINÊ DEST BI HEMLEYA RIZGARKIRINÊ KIRIN

Piştî serkeftina şervanên YPJ/YPG`ê li Kobanê li Sûriyeyê pêvajoyeke li dijî çeteyên DAIŞ`ê dest pê kir. Meha Cotmehê 2015`an hêza QSD`ê hate avakirin. Keç û xort ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê di bin siya QSD`ê de kom bûn û tev li hemleyên rizgarkirina Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ`ê bûn.

QSD`ê herêma Holê, bendava Tişrîn û Şedadê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, her wiha tebaxa 2016`an bajarê Minbicê ji DAIŞ`ê rizgar kir. Piştre destbi hemleyeke berfirehtir bû û bajarê Tebqayê û bendava wê meha gulanê 2017`an rizgar kir.

Di hemleyên rizgarkirina xaka Sûriyeyê ji DAIŞ`ê de meha Cotmeha 2017`an nûçegihanên me Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar Adanmîş jî giran birîndar bû û piştî wê 18’ê Kanûna 2017`an şehîd bû.

Çeteyên Tirkiyeyê mehên Adarê û Nîsanê yên 2016`an taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. Di encama bomberanê de bi hezaran sivîl birîndar bûn û ji sedî 40 taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûxandin.

20‘ê Cotmehê 2017`an QSD`ê bajarê Reqayê ku paytexta DAIŞ`ê bû, rizgar kir. 23`yê Adarê 2019`an çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxoz ê Dêrazorê bi temamî têk çûn.

Piştî rizgarkirina gelek herêman ji çeteyên DAIŞ`ê dîsa hemle û operasyon li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam kir. Xetereya DAIŞ’ê li ser herêmê dewam dikir û şaneyên xwe bi rêxistin dikirin. 22`yê 2022`an çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê êriş kir lê êrişa wan têk çû.

DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER

Hemwextî pêngavên leşkerî, xebatên avakirina saziyên sivîl berdewam kirin. Di Çileya 2014‘an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatin ragihandin. Desteyên rêveberê, meclisên qanûnsaz û dadgehên gel hatin avakirin.

Bi berfirehbûna qadên rizgarkirinê re, li wan herêman hatin avakirin û di sala 2018‘an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de sîstemên meclis û rêveberiyên xweser ji nû ev hatin avakirin û rayeyên saziyên sivîl di qadên cuda de hatin berfirehkirin.

Di 13‘ê Kanûna 2013‘an de Meclisa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ragihand ku wekî destûrekê ji aliyê nûnerên pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkes, Tirkmen û pêkhateyên din hate sazkirin.

Di nava wan salan de gelek gavên siyasî wekî avakirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), ragihandina însiyatêfên çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê her wiha xurtkirina têkiliyan bi welatên Ewropayê re hatin avêtin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û HEWLDANÊN TÊKBIRINA RÊVEBERIYA XWESER

Piştî ragihandina serketina li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê, herêm derbasî qonaxeke nû bû ku êrişên leşkerî yên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kirin.

Dewleta Tirk ku destpêkê bi rêya çeteyên xwe, vê carê bi artêşa xwe êriş li ser herêmên dan destpêkirin. 20‘ê Çileya 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin û 18‘ê Adara heman salê Efrîn dagir kirin. Di encama êrişan û di salên dagirkirinê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 350 hezar kes hatin koçberkirin, demgorafiya herêmê dan guhertin û bi hezaran sûcên şer ên belgekirî kirin.

Di Cotmeha 2019‘an de dewleta Tirk û çeteyên wê di encama êrişên dijwar de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Di van êrişan fosfor û napalm hatin bikranîn. Wêneyê zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku bi van madeyan birîndar bibû îsbata vê yekê. Her wiha ji ber êrişan pêleke mezin a koçberiyê çêbû.

Nûçegihanê me Seed Ehmed dema ku êrişên dagirkirinê û karwanê piştgiriyê yê li Serêkaniyê dişopand, 13‘ê Cotmeha 2019‘an de di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû.

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê, bi obîs û dronan ji Dêrikê heya Efrînê berdewam kirin. Baregehên leşkerî, sivîl, binesaziya xizmetguzariyê hatin hedefkirin. Di encamê de bi sedan têkoşer û pêşengên şoreşê wekî (sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef, têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, endama Fermandariya Giştî ya HAT‘ê Jiyan Tolhildan, damezrînerê Hêzên Rizgariya Efrînê Karker Tolhildan rojnamevan Egîd Roj) şehîd bûn. Her wiha nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan 19‘ê Kanûna 2024‘an di êrişa dronekê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarê Sirînê yê başûrê li Kobanê de şehîd bûn.

BINESAZÎ KIRIN HEDEF

Di navbera 2022-2024‘an de êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûn. Stasyonên av û eyran û enerjiyê, tesîsên petrol û gazê, embarên dixil, pir, rê, navendên tenduristî û xizmetguzarî kirin armanc. Nûçegihanê me Îsam Abdullah 20‘ê Mijdarê dema êrişa li ser stasyona ceyranê ya gundê Teqil Beqilê yê Dêrikê de dişopand, bû hedefa êrişek û şehîd bû.

Ji ber van êrişan hilbirîna ceyranê kêm bû, av li ser bi mîlyonan kesî qut bû, qadên çandinî û pîşesazî zerar dîtin û di dawiya 2024‘an de bendava Tişrînê ji xizmetê derket. Her wiha pira Qereqozaqê û tesîsên din ên çalak ji xizmetê derketin.

Heya 8‘ê Kanûna 2024‘a an an ku roja rûxandina rejîma Baasê herêm derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê de bal hat dayîn ser rêya siyasî, qanûnî û destûrî, bi daxwaza parastina mafan û piştrastkirina hevkariyê di avakirina Sûriyeya pêşerojê de.

(ekîb)

ANHA