Rejîma Îranê hunermend û çalakvan Şeyda Sabirî girt

Rejîma Îranê hunermend û çalakvan Şeyda Sabirî girt û ew sewqî Girtîgeha Adilabad a li bajarê Şîrazê kir. Heta niha sedema girtina wê nehatiye diyarkirin.

Rejîma Îranê hunermend û çalakvan Şeyda Sabirî girt
26 îlon, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Îranê hunermend û çalakvan Şeyda Sabirî ku ji bajarê Yasûc e û li Şîrazê dimîne, girt. 

Li gorî NÛJINHA’yê Şeyda Sabirî veguhastine Girtîgeha Adilebad a li bajarê Şîrazê û sedema girtina wê nehatiye diyarkirin.

Şeyda Sabirî beriya niha gelek caran ji ber helwesta xwe û beşdarbûna çalakiyan, ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî zextê hatiye, di Cotemeha 2023`yan de li bajarê Yasûc hatiye girtin, paşê di heman salê de, bi kefaletê bi awayekî demkî hatiye berdan.

(sb)