Careke din Îsraîlê êrişî Şamê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên nû li gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Careke din Îsraîlê êrişî Şamê kir
3 nîsan, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê cih û nuqteyên leşkerî yên li Firqeya Yekemîn ên li derdora bajarê Kiswe yê rojavayê gundewarê Şamê û Lîwaya 75’an a li bajarokê Miqêlbiyê yê gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Ev êrişên Îsraîlê, piştî 24 saetan ji êrişên li dijî balafirgehên Hema û T4 û navenda Lêkolînên Zanistê ya Şamê pêk hatin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2025’an ve Îsraîlê 44 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye; ji wan 37 êriş hewayî û 7 bejahî ne. Di encamê de nêzî 51 depoyên çekan, navend, baregeh û alav hatin rûxandin.

(fr)