Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

Bi beşdariya zêdetirî 60 şîrketan, Festîvala Yekemîn a Bazara Sûriyeyê li Qamişloyê dest pê kir.

25 îlon, 2026   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya zêdetirî 60 şîrketên ji parêzgehên cuda yên Sûriyeyê û girseyeke xelek, Festîvala Yekemîn a Bazara Sûriyeyê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Festîvala bi armanca ku berhemên li Sûriyeyê tên hilberandin bidin nasîn û bazara herêmê geş bike, ji aliyê Kampaniya Şemal a Reklamanê ve bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Parêzgeha Hesekê hatiye lidarxistin.

Di roja yekemîn de berhemên şîrketên beşdar hatin pêşandan û Koma Tekatê stran pêşkêş kirin, her wiha çalakiyên hunerî yên cihereng hatin nîşandan.

Di festîvalê de, dê xwirek, cil û berg, amûrên teknolojîk, pêwîstiyên malan, her tiştên li bazarê bên pêşkêşkirin.

Festîval dê 29‘ê Îlonê bi dawî bibe. Hunermendên ji derveyî Sûriyeyê jî dê beşdar bin.

(bb)

ANHA