Di 16 qezayên trafîkê de kesek mir û 24 kesên din birîndar bûn

Di 24 saetên borî de li seranserê Sûriyeyê di 16 qezayên trafîkê de kesek mir û 24 kesên din birîndar bûn, her wiha ji ber 56 şewatan zirara madî çêbûn.

Di 16 qezayên trafîkê de kesek mir û 24 kesên din birîndar bûn
26 îlon, 2026   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan îro ragihand ku di 24 saetên borî de li herêmên cûda yên Sûriyeyê 16 qezayên trafîkê çêbûne, di encamê de yek kes mir û 24 kes birîndar bûn.

Wezaretê her wiha ragihand ku li seranserê welêt 56 şewat çêbûne û di encamê de ziyanên madî çêbûne.

(k)

ANHA