Hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê bi pêş ve diçin

Hêzên Îsraîlê gelek herêmên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin û li herêma Merceiyon bi pêş ve diçe.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê bi pêş ve diçin
26 îlon, 2026   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniya hikumeta Lubnanê li gorî çavkaniyên herêmî da zanîn ku îro (şemî) balafirên şer ên Îsraîlê li herêma El Tifah cihê bilind Seced û çiyayê El Refî bombebaran kir û ber bi Dêr Mîmas ve çû û nêzî baxçeyên zeytûnan xwe bi cih kir.

Şaredariya Dêr Mîmas ji şêniyan daxwaz kir ku ji ber rewşa ewlehiyê neçin nava darên xwe yên zeytûnan û tevgera leşkerî li nêzî bajaroka Dêr Mîmas didome.

Heman çavkaniyê diyar kir ku hêzên Îsraîl şeva înê û şemiyê gelek herêmên başûrê Lubnanê bombebaran kir, îro serê sibehê jî bajarokên El Mensûrî, Mecdel Zon û herêma Wadî Hesen topbaran kir. Her wiha bi şev li bajarokên Bereşît û Hedasa teqîn çêbû.

Hêzên Îsraîlê şeva înê jî bajarokê El Qentere bombebaran kir û li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî moşekên fosforî avêtine bajaroka Zoter El Şerqiye.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) got hêzên Îsraîl herêma Zoter El Şerqiye, Mîfdon û derdora Harîs û Hedase topbaran kiriye.

(np)