Ji ber pirsgirêka xeta Tebqa-El Bewabê elektrîk li Hesekê qut bûye

Ji ber pirsgirêkekê ku di xeta elektrîkê ya Tebqa-El Bewab 230 KV de derketiye, elektrîk li ser tevahiya parêzgeha Hesekê qut bûye.

Ji ber pirsgirêka xeta Tebqa-El Bewabê elektrîk li Hesekê qut bûye
25 îlon, 2026   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber pirsgirêkekê ku di xeta elektrîkê ya Tebqa-El Bewab 230 KV de derketiye, elektrîk li ser tevahiya parêzgeha Hesekê qut bûye.

Tîmên Şîrketa Giştî ya Elekrîkê dest bi tesbîtkirina pirsgirêkê û sererastkirinê kirin.

Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişloyê ragihand ku elektrîk li ser stasyon û bîrên avê qut bûye, lewma dê stasyonên Iwêcê û Ceqceqê li ser jenartorên yedek werin xebitandin.

(bb)