Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di komxebatekê de hebûna zimanê kurdî di destûr û zagonsaziyê de nîqaş kir û bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, hebûna zimanê kurdî di warê dadmendî û saziyên hikumetê de.

Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
Parêzeran hebûna zimanê kurdî di destûrê de nîqaş kir
26 îlon, 2026   16:13
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di bin navê “Zimanê kurdî di destûr û zagonsaziyê de” bi beşdariya hejmareke parêzer, nûnerên Kongra Star û Yekitiya Mamosteyan, li Qamişloyê komxebateke hiqûqî li dar xist.

Di komxebatê de 3 xalên têkildarî nasandina komxebatê û armanca wê, aliyê qanûnî û rexneyî yên Biryarnameya 13`an û perespektîfên wê, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, hebûna wî di warê dadmendî û saziyên hikumetê de, hatin nîqaşkirin.

ALIYÊ QANÛNÎ Û REXNEYÎ YÊ BIRYARNAMEYA 13`AN

Parêzer Mehmûd Xelo diyar kir ku beşa girêdayî zimanê kurdî ne zelal e, di navbera fêrbûn û perwerdeyê de cudahî hene, her wiha di navbera zimanê neteweyî û zimanê fermî de jî heman tişt heye.

Mehmûd Xelo destnîşan kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî 3 ders ne têrker e, ev ji bo rakirina van 3 dersan jî di siberojê de rê vedike, ji ber ku destûr ne bi hêsanî tê guhertin, divê zimanê kurdî bi misogeriyeke destûrî bibe zimanê fermi.

MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ

Xala duyemîn ji hêla parêzer Xanim Eyo ve hat pêşkêşkirin. Xanim Eyo da zanîn ku Biryarnameya 13`an ne ji bo ku bibe çareseriya dawî hatiye derxistin, ew girêdayî hêviyên gel e, divê bi rêya wê çareseriyên heqîqî werin danîn.

Xanimê diyar kir perwerdeya bi 2 zimanan çareseriyeke guncaw e, biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo Şamê û parêzgehên din gaveke erênî ye, lê ew ji bo herêmên li Cizîrê ku ev 15 sal e lê perwerdeya zimanê kurdî hatiye dayîn, nabe.

JI NASKIRINÊ BER BI MISOGERIYA QANÛNÎ VE

Xala sêyemîn jî ji hêla lêkolîner û parêzer Şems El Dîn Feqê ve hate dayîn. Feqê da zanîn ku dema behsa gelê Kurd an pêkhateya Kurd tê kirin, divê di destûrê de bi navê gelê Kurd were tesbîtkirin.

ENCAMNAMEYA KOMXEBATÊ

Di komxebatê de hat diyarkirin ku ew ê ji bo derxistina reşnivîsa projeya yasayî ya ji bo misogerkirina parastina mafê fêrbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî komîteyeke qanûnî were avakirin û pêkêşî aliyên peywendîdar bê kirin.

Her wiha bang hat kirin ku zimanê kurdî wek zimanekî fermî di dewleta Sûriyeyê de were naskirin, têgînên yasayî werin şîrovekirin û zelalkirin, prensîbên qanûnî yên girêdayî hebûna Kurdan a resen li ser cih û warên wan ê dîrokî, werin tesbîtkirin.

(sb)

ANHA